MÛRAT KÛSEYRÎ / STOCKHOLM

Parlamenter û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Lîberal a Swêdê Fredrik Malm der barê hilbijartinên Stenbolê û helwesta Tayip Erdogan de peyivî:

Fredrik Malm bîr xist ku dewleta Tirk 15 sal in êrişî Başûrê Kurdistanê dike û got, Di operasyona dawî de hêzên xwe yên bejahî jî bi kar tîne. Beriya hilbijartinên Stenbolê Erdogan ji bo karibe dengên neteweperest û şovenan werbigire vê yekê dike.

Malm anî ziman, rojên dawî sînyalên cuda ji Tirkiyeyê tên û got, “Di sîstema hiqûqê de reform tê kirin lê di heman demê de li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê dike. Van her du tiştan di heman demê de dikin. Tirkiye li Sûriyeyê xwe bi Rûsyayê ve girêdayî dibîne. Nizane ku li dijî Rûsya û rejîma Esad bi çi rengî tevbigere. Li Sûriyeyê çar aktorên xurt hene. Rûsya, DYE, Esad û Tirkiye. Di nava wan de der barê paşeroja Sûriyeyê de nîqaşên tund tên kirin. Li Idlibê sê milyon mirov hene. Tirkiye ji pêleke koçberan a ji Idlibê bi fikar e. Naxwaze ku Rûsya û Esad êrişî Idlibê bikin.”

Dibe ku êrişî Minbicê bike

Fredrik Malm diyar kir, heta ku DYE li herêmê be zehmet e ku Tirkiye êriş bike û got, “Tirkiye dixwaze sîstema li Rojava ji holê rake. Dibe ku êrişî Minbicê bike. Beriya hilbijartinên Stenbolê yên 23’ê Hezîranê dibe ku Tirkiye bikeve nava Rojava. Ji bo di hilbijartinên Stenbolê de bi ser bikeve dibe ku vê bike.”

Bandora Ocalan gelek e

Malm li ser hevdîtin û peyamên Reber Abdulah Ocalan jî got, “Bi dîtina min Ocalan bandoreke mezin li alîgirên xwe dike. Lê belê divê mirov faktorên din jî bibîne. Faktora herî girîng jî tifaqa Erdogan a bi Devlet Bahçelî û MHP’ê re ye. Ew ti carî naxwazin bi Kurdan re pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê bike. Ya duyemîn jî; Ocalan kesayeteke xurt e. Di nava rêxistina xwe de serwer e. Lê belê di nava Kurdan de bask û komên cuda hene. Di nava wan de dibe ku yên li dijî pêvajoyeke wiha derkevin hebin.”

Ez her tim bi guman nêzîk bûm

Parlamenter Fredrik Malm der barê bandora qanûna nû ya hikumeta Swêdê li dijî DAÎŞ‘ê amade kiriye jî got;”Em ji aliyekî ve dixwazin Swêdê li dijî terorîzmê biparêzin, li aliyê din jî divê garantiya hiqûqî biafirînin. Pirsgirêk ew e ku Yekîtiya Ewrûpa lîsteya rêxistinên terorê di ber çavan re derbas nake. Derxistina van rêxistinan ji nava lîsteyê alternatîfeke siyasî ye. Lê belê ji bo pêkhatina vê yekê biryara dadgehê divê. Ez her tim bi guman nêzî van lîsteyan bûm.”