Tê payîn îro parlamena Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina destûra serokatiya herêma Kurdistanê kom bibe. YNK jî li bendê ye ku PDK wê nehêle destûra du cîgirên ji bo serokê herêmê bê dayîn. Ji ber vê yekê jî tê texmînkirin ku lihevkirina dinavbera YNK û PDK’ê de xirab bibe.

Ragihandinên bi ser PDK û YNK’ê ve, ev du roj in behsa egera hilweşandina lihevkirinê dikin. Ragihandina YNK’ê li ser devê parlamenterek YNK’ê got; “Li gorî lihevkirina di navbera YNK û PDK’ê de heyî, pêwîst e serokê herêma Kurdistanê xwedî du cîgiran be. Lê dema ku PDK ji vê biryara xwe poşman bibe, fraksiyona YNK’ê wê tevlî civîna îro ya parlamenê nebe.”

Ragihandina ser bi PDK’ê jî li ser heman mijarê dibêje, pêwîst e di destûrê de tenê binivîse ‘Pêdiviya serok bi cîgir heye’. Yanî dibêjin hejmara cîgiran di destûrê de nehatiye danîn.

Ev 219 roj in hikûmet nîne

Di 5’ê Gulanê de PDK û YNK’ê lihevkirina dinavbera xwe de îmze kir. 219 roj di ser hilbijartinên parlamena Herêma Kurdistanê re derbaz bûn. Ev lihevkirin ji bo pêkanîna hikûmetê bû. Lê heta niha ti pêngaveke diyar nehatiye avêtin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN