Endama Navenda Parastina Gel Delal Amed, endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Bawer Dêrsim û Gulîstan Gulhat der barê vekişîna gerîla û pêvajoya çareseriya demokratîk de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Delal Amed ku bi 80 gerîlayên ji Dêrsîmê hatin Qadên Parastina Medya derket pêşberî kamerayan, bersiv da îdiayên serokwezîrê tirk Erdogan yên der barê vekişîna gerîlayan û hişyariyên tund kir. Amed, destnîşan kir ku bi hedefa demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêbazên aştiya demokratîk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de pêvajoyeke dîrokî ya nû da destpêkirin û wiha got: “Tevgera me û di taybetiyê de HPG’ê di qonaxa yekemîn de berpirsyariya ku ket ser milê wan bê kêmasî û bi awayekî serkefetî bi cih anî.  Piştî qonaxa yekemîn bi serkeftî encam bû, bi meha hezîranê re pêngava yekemîn dest pê kir.”


AKP'ê gav ne avêtiye

 Delal, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê ji bilî rawestandina operasyonên berfireh, tu gavek şênber navêtiye û wiha pêde çû: “Bi vekişîna hêzên gerîlayên me re, li hemû qereqolên leşkerî û baragehên bakurê Kurdistanê leşker û cebilxane hatine xurtkirin û hêzên ji ber şer westiyane hatine guhertin, hemû yekîniyên xwe yên ji ber şer têk çûne nû kirine, dest bi çêkirina qereqolên nû kirin. Hikûmeta AKP’ê tu pêngaveke şênber neavêtiye û dîsa ji bo derbasî qonaxa duyemîn nebe, xwe dide zorê. Pirsgirêkên tenduristî, ewlehî û azadiyê yê mîmarê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo nexistiye rojeva xwe, tecrîda li ser jî nehatiye rakirin. Qanûnên ku tê wateya dijminahiya Kurdan, di meriyetê de mane û  pêngaveke ku mirov bêje erêniye nehatiye avêtin. Hikûmetê berpirsyariya tune hesibandiye û li hincetan digere. Bi vê helwest û polîtîkaya xwe hewl dide bixe ser tevgera me.”

Helwesta dewlet û hikûmetê  

Delal li ser daxuyaniyên Erdogan ên bêbingeh jî ev tişt anî ziman: “Hikûmeta AKP’ê îdia dike ku ji sedî 20 vekişiyane û hikûmetê ev profîla hêzên me jî wiha îdia dike ‘jin, kal-pîr û bê tecrube’. Hêzên me yên li Bakur, mîna tê zanîn hêzeke şer e. Hêzeke dînamîke ku li erdnîgariyên herî dijwar de têdikoşin. Baş tê zanîn ku di nava van hêzên me de ne kal, ne pîr, ne nexweş û ne jî zarok hebûne. Tevahiya hêzên me yên vekişiyane, gerîlayên me yên çalak ên di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de cih girtine ku têkoşîna wan di sala 2012'an de pergala mêtingeriyê tevizandibû. Helwesta hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr, înkarkirin, biçûkxistin û tunekirina vê ked û biryardariyê ye.”

Niyeta Erdogan ne baş e

Delal, anî ziman ku ew bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê, tevî ku di sala 2013'an de derfetên me yên xurtkirin û mezinkirina Pêngava Gerîla ya 2012'an hebû, me stratejiya nû ya Rêber Apo hilbijartin. Di oxira pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de, me derfetên mezin ên şer danîn aliyekî û ji bo pêvajoya çareseriyê fedakarî kirin û rîsk girtin ser milê xwe. Lê belê niha serokwezîrê tirk hemû hewldanên me ji nedîtî ve tê. Ev yek nîşan dide ku Erdogan ne xwedî niyeteke baş e. Ji aliyê Rêber û Tevgera me ve pêvajo neqediyaye, hînê dewam dike. Lê belê ger hikûmeta AKP'ê di rojên pêş de gavan neavêje û pêvajoyê bîne nuqteya qedandinê, wekî HPG’ê em amade ne têkevin pozîsyona şer û em amade ne ku bi awayekî bi bandor têkevin dewrê.”
Delal, bi lêv kir ku ger ferman û biryara Ocalan nebûya, tu hêz nikarîbû 80 gerîlayên ciwan ji çiyayên Dêrsimê derxîne û ger îro 80 gerîla ji Dêrsimê îro hatine vê derê, ev nîşaneya samimiyetê ye. Delal di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hikûmet û dewleta tirk kir: “Em bi awayekî vekirî dibêjin ku em ji dil tevdigerin. Em çareseriyeke rastî hedef dikin. Lê yên bi samîmî nêzî çareseriyê nebin, bi cidî nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd a dîrokî nebin û hewl bidin Rêberê me vala derxînin, wê teqez li pêşberî dîrokê mehkûm bibe û bersiva heq dike, bibîne. Di vê dema dîrokî de HPG wê hemû wezîfeyên xwe bi cih bîne û di her şert û mercî de bi ser bikeve. Divê tevahiya raya giştî û gelê me ji vê piştrast bibe." 

ANF/BEHDÎNAN