Li 5 nexweşxaneyan gerandin lê...
Piştî Urun di 22’ê Gulanê de li Girtîgeha Sîlopiyê ya Şirnexê bi guleyan ji ser û milê xwe birîndan bû, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Urun ku ji mil û serê xwe ve birîndar bû ji sedî 65 felç bû. Piştî li Amedê ameliyat bû şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê. Li Elezîzê jî bi hinceta rewşa wî baş e şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji vir jî şandin nexweşxaneya Dîlokê û ji vir jî bêyî ku derman bikin şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. Urun piştî çend rojan li vir ma, şandin Nexweşxaneya Gurgumê (Mereş). Lê ji ber ku li vir jî bi cih û war hebû herî dawî ji bo dermankirinê şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Urun ku ji bo dermankirinê li 5 bajar û 5 nexweşxaneyan geriya, hêj nehatiye dermankirkirin û di nava felcê de li dijî mirinê têkoşîna jiyanê dide. Urun ku di serî de avêtin hurceya yek kesî û pişt re birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê, dîsa bêyî ku derman bikin şandin Girtîgehê.
Hevalên wî name şandin
Hevalên Urun, bi boneya balê bikşîne ser rewşa Urun ji ÎHD’ê re name şandin û bi nameyê bal kişandin ser rewşa Urun. Hevalên Urun, diyar kirin ku her diçe rewşa Urun xerab dibe û ji sedî 65 foksîyona bedena xwe winda kiriye.
Hevalên Urun ev pirs ji rayedaran kirin:
‘’Li girtîgeha ku leşker ewlehiya wê digirin çawa dibe ku di nava rojê de girtî li girtîgehê birîndar dibe?
- Li cihê bûyerê çima çeka bi 3 durbunî hate hiştin?
- Berpirsiyar hate dîtin?
- Der barê bûyerê de lêpirsîn hate vekirin? Di çi rewşê de ye?
- Li gel ku tu dijminê Bedrî Urun tune çima diçapemeiyê de wekî ku dijminê wî hebe hate nîşandan?
- Bi çi armancê hate birîndarkirin. Gelo ji ber ku siyasî ye?
- Çima piştî ku birîndar bû li gelek nexweşxaneyan hate gerandin û nayê dermankirin? n DÎHA/WAN