
Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER'ê û Nûnertiya Egîtîm Senê, Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan hate vekirin. Di merasîma vekirinê de parlemanter Gulser Yildirim axivî û diyar kir ku ziman bingeha neteweyekê ava dike û bang li malbatan kir da ku zarokên xwe bişînin dibistanê.
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê ev demeke dirêj e ku xebatan Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan dikirin. Wan ev xebatên xwe bi dawî kirin û bi merasîmekê dibistan li xizmeta xelkê navçê vekirin. Dibistana li taxa Girnewas hate vekirin. Parlemantera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, alîkarên hevşaredarên Nisêbînê, rêveberên HDP û DBP, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civakî, malbatên xwendekaran û gelek kes amade bûn. Beriya vekirina dibistanê li ser zimanê Kurdî li muzîkê hat guhdarîkirin. Di merasîmê de nexasim jî dîmenên zarokan bal kişand.
Rojeke dîrokî ji bo Nisêbînê
Di merasîmê de pêşî Nûnerê Egîtîm Senê yê Nisêbînê Kadrî Baysal axivî û diyar kir ku vekirina vê dibistanê ji bo Nisêbînê û zarokên Nisêbînê rojeke dîrokî ye û pêwîst e zarok bi zimanê dayika xwe mezin bibin û perwerde bibin. Baysal da zanîn ku ev dibistana wan ne girêdayî tu pergalan e û têgihiştina Kurdî li vê dibistanê wê serdest be. Baysal anî ziman ku wan li ser nav û bîranîna Ehmet Bayhan ê ku li Amedê mamostetî dikir û sala 1992’an ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin, ev dibistan vekiriye û got, Ahmet Baysal jî mamosteyek ji Nisêbînê bû.
‘Bingeha netewekî ziman e’
Piştî Baysal, Parlemantera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axivî û destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku ev dibistan wê bibe bingeha hemû dibistanên Kurdî yên li Kurdîstanê û wiha peyivî: “Daxwaza me ew e ku hemû zarokên me li ser heqîqeta zimanê dayika xwe perwerde bibin. Ev xebat pir pîroz, dîrokî û girîng e. Eger ku neteweyek bixwaze hebûna xwe bigihîne siberojê, li ser xaka xwe azad bijî pêwîst e ku em baş zanibin li ser bingeha ziman netewe tê avakirin. Ligel vê yekê jî nirxên civakê, gelan ber bi siberojê ve dibe. Yek ji van bingehan jî îro li Nisêbînê ji bo zarokên me hate avakirin.”
‘Zarokên xwe bişînin’
Yildirim anî ziman ku pêwîst e ku ew li hember têkoşîna 40 salan xwe rexne bikin û got, xwedîderketin û tevlîbûna vê dibistanê têr nake û pêwîst e ku nêzîkatiya wan li hember ziman û çanda wan bê rexnekirin. Yildirim got, ew vê dibistanê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin û bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê û xwedî li dibistanê derbikevin.
Piştî axaftinan dayik, zarokan û birayê Ehmet Bayhan, Latîf Bayhan bi hev re kurdeleya dibistanê birrîn û vekirina wê pêk anîn. Piştî vekirinê zarok derbasî polên xwe yên perwerdehiyê bûn û dest bi dersên xwe kirin.
MÊRDÎN