Ev çend sal in şêniyên taxa Şêxmeqsûd li dijî êrîşên dijwar û çembera çeteyan li ber xwe didin. Salek berî niha wekî doh jî êrîşa tunekirinê li ser taxê pêk hat. Çeteyan ji sê aliyan bi çekên herî giran êrîşî taxê kirin û xwestin dawî li berxwedana demdirêj a şêniyên taxê yên ji hemû pêkhateyan bînin. Di berxwedanê de gel û şervanan bi hev re parstinê taxê kir û berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Niha jî têxên ku çeteyan ji wir êrîşî Şêxmeqûsd dikirin, rizgar bûne û Şêxmeqsûd serkêşiya wan taxan jî dike.

Pişt ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çete li bajaroka Erfad (Til-Rifet) a stratejîk ku dikeve bakurê Helebê têkbirin û şêniyên Şêxmeqsûd ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 15`ê sibatê xwepêşandan lidar xistin, çeteyan êrîşa hovane ya herî dijwar li ser taxê dan destpêkirin.

Grûpên çeteyên Cebhet El-Şam, Ceyîş El-Mucahedîn, Tecemui Fasteqim Kema Umirt, Tevgera Nûredîn El-Zenkî, Ehrar El-Şam, Ceyîş El-Islam, Lîwai El-Islam, Lîwai El-Sultan Murad, tabûrên Ebû Emare, tabûrên El-Qoqaz, firqet 16, firqet 101, Ehrar Sûriye, firqet El-Şîmaliye, El-Sultan Mihemed Fatih, Lîwai El-Feteh, El-Foc El-Ewel, Siqûr El-Cebel, Cebhet El-Tirkmen, El-Cebhe El-Şamiye, Ehrar El-Muhacerîn, Feyleq El-Şam û Siwar El-Şam êrîş bi awayekî hovane anîn ser Şêxmeqsûd. Armanca êrîşkaran tunekirina taxa Şêxmeqsûd bû.

Roja 16`ê Sibatê di berbanga sibehê de bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd ku ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêktên rastî êrîşa çeteyên dewleta Tirk hatin. Tax bê navber rastî êrîşa çeteyan a bi çek û topan hat.

Ji 3 aliyan ve êrîş

Çeteyên koalisyonê ji aliyê rojava, bakur û rojhilat ve êrîşî taxê kirin. Çeteyan ji aliyê rojava ve ji taxên Benî Zêd, herêma El-Seken El-Şebabî û  taxa El-Eşrefiyê, ji aliyê bakur ve jî ji Kastêlo û Şeqîf, ji aliyê rojhilat ve ji herêma Cendûl û taxa Bustan Paşa ve êrîşên hemwext dane destpêkirin. Di encama êrîşa 16`ê sibatê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 jî birîndar bûn.

Kolana El-Muxaberat

Li hemberî êrîşa çeteyan şêniyên taxê, YPJ`ê,YPG`ê, Hêzên Asayîşê, hêzên HPC`ê berê xwe dane qada şer û bersiv dan êrîşên çeteyan ên dijwar.  Şêniyên taxê û şervanan heta rizgarkirina taxên ku çeteyan ji wan êrîşî Şêxmeqsûd kirin, berxwedaneke dîrokî û bêhempa nîşan dan.

Mihemed Bekrî ku ciyê xwe di nava Asayîşê de digirt û li eniya kolana El-Muxaberat di çeperên berxwedaniyê de bû, li wan rojên berxwedaniyê vegeriya û got: ʺÇete bi awayekî dijwar û hovane êrîşî kolana El-Muxaberat kirin. Em weke hêzên Asayîşê me li kêleka YPJ`ê û YPG`ê li ber xwe da. Ji bo parastina Şêxmeqsûd şervanan bi ruhê xwe yê fedayî efsaneyên dîrokî nivîsandin, gelek hevalên me şehîd bûn û di kêliyên zehmet re derbas bûn. Li ser her kevirekî Şêxmeqsûd şopa şervanan heye û heyanî niha şopa xwîna wan heyeʺ.

Wê rojê şer giran bû

Roja herî zehmet ku Bekrî û hevalên xwe derbas kirine wiha bibîranî: ʺÇeteyan dixwest ku ji aliyê kolana El-Muxaberat ve taxê dagirbikin û bi çekên giran û tangan bi pêşve werin. Wê rojê şer gelekî giran derbas bû û şervanan bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan û destûr nedan ku çete têkevin taxêʺ.

Fermandarê YPG`ê Zeyad Xemgîn hevalên xwe yên di berxwedaniya Şêxmeqsûd de şehîd bûn bibîranî û got: ʺPiştî êrîş li ser Şêxmeqsûd dijwar bûn me bi çalakiyan bersiva wan da û di navbera me û çeteyan de pevçûnên dijwar qewimîn. Di wan pevçûnan de hevalên me Serbest, Ferîd, Xemgîn û Tolhildan şehîd bûn. Me hêz ji hevalên xwe yên şehîd digirt û li ber xwe didaʺ.

Xemgîn got ku li taxa Şêxmeqsûd dîrokeke berxwedaniyê hat nivîsandin û got: “Em soz didin gelê xwe ku herêmê tevî hemû pêkhateyên wê biparêzin.

Li cihê wan kulîlk çandine

Şervana bi navê Awaza Cafer ku ciyê xwe di berxwedaniya Şêxmeqsûd de girtibû got: ʺBi saya hevalên şehîd em biserketin. Me li qadê şer bi derfetên kêm û çekên sivik li ber xwe da. Çekên me yên giran tine bûn. Bîranînên me yên giranbiha çêbûn. Hevalên me Barîn, Canfeda, Ebû Rewan, Delîl û bi dehan hevalên di berxwedaniyê de şehîd bûn. Li ciyê şervanên ku li çeperên pêş şehîd bûne kevir hatine rêzkirin û gelek cureyên kulîlkan hatine çandin.”

Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd gelekî êş kişandin lê dîsa jî têkneçûn. Zêdetirî 2600 mal û dukan li ser serê xwediyê wan hatin rûxandin. Bi dehan kes seqet mane û bi sedan jî birîndar bûn.

Welatiyê bi navê Mihemed Elo yê heta dawiyê li ber xwe da got: ʺŞer kesekî efû nake. Xwîn û parçeyên canê zarok û mirovan li ser dîwaran bûn, ji ber çeteyan û êrîşa wan a hovane kêlî bi dest me nediket ku em rehet bijîn.

Kemal Elî yê ku 3 cara mala wî hat rûxandin û kurê xwe Mihemed wenda kir got: ʺBila hemû dinya bizanibe em ê li ber xwe bidin û biserbikevin. Topên çeteyan me nahilweşînin, em ê li ber xwe bidin û bila bi milyonan dengê me bibihîzin û berxwedaniya me bibîninʺ.


SÎLVA MUSTEFA / MIHEMED EBDO / ANHA/HELEB