Dibistana Lazurî ku li AKA-DER’ê hatiye vekirin, di 23’ê cotmehê de wê dest bi heyama 3’emîn a perwerdehiyê bike. Li gel perwerdehiya zimanê Lazkî wê îsal Serokê Komelaya Çanda Lazan Mehmet Alî Beşlî serpêhatiya lazkî ya zimanê nivîskî vebibêje.
Koçîva, diyar kir ku heta niha 50 serlêdan hatine kirin û beriya niha jî di nava 2 heyaman de 32 xwendekar tevlî perwerdehiya wan bûne. Her wiha bi civînên gel jî lazkî hatiye danasîn. Her wiha vê heyamê wê dersên, axaftin û nivîsandinê ya lazkî jî bên dayîn. Li gorî agahiyên ji Koçîvayê hatine girtin, piranî zarokên malbatên lazan tevlî perwerdehiyê dibin û temenê wan jî di navbera 18-33’an de ne.
Kokiva ku ev bi salane li ser zimanê lazkî dixebite, da diyarkirin ku dema li Elmanyayê bi boneya tu çavkaniyên wan tunebûn nedikarin li ser lazkî xebatan bikin û di sala 1984’an de piştî pirtûk û ferhengên lazkî hatin çapkirin wan jî dest bi axaftin û nivîsîna lazkî kiriye.

Koçîva destnîşan kir ku niha laz li cihê têkoşîna ziman zêdetirê têkoşîna parastina çavkaniyên avê dide û wiha axivî: “Pêşiyê henekên xwe bi me dikirin. Lê êdî tu wateya pêkenokên lazan nemaye. Niha êdî aliyên baş û şoreşger ên lazan tê rojevê. Li gundê me Duthayê ku navê tirkî kirine Tunca, hêj zêmarên me yên lazkî dijîn. ”

ANF/STENBOL