Piştî ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bû maka sazî û dezgehên gel hemûyan, pişta saziyên ku hebûn girt û dest bi rêxistinkirina sazî û dezgehên pêwîstîya gel pê heye, kir. Êdî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) ya ku berê weke tevgera ziman û perwerdeyê bû, ber li xwe fireh kir. Ji dibistanên dayikê heta bi zanîngeh, akademiyan erka xwe dît û bi rê ve bir. Di vê erka xwe de tenê bi erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê nema, berê xwe da tevahî bajarên bakur û rojhilatê Sûrî. Erkê perwerdekirina civakê, karê herî bi şax û per e.
Dewleta Sûrî perwerde bi rêbazên klasîk û şoven dikir û ev jî ne dibû sedema afirandina kesayeteke afirîner û berhemdar. Jixwe insan û civak di navenda perwerdeyê de tinebû û bi dogmayan bi rêve dibir. Jixwe herêmên kurdan bi perwerdeya dijminane fetisandibû û li ser bingehê înkarê bû.
Perwerde tenê bi teoriyê nabe. Kengî teorî pratîze bû maneya xwe jî çêdibe. Ji ber vê, KPC-Demokratîk tevahî pêşniyar û nêrînên ku der barê pêşketina perwerdeyê de hembêz kir û li gorî derfetan hêdî hêdî pêk tîne. Di vî warî de yek ji gavên pratîkî çalakkirina Dibistana Amadeyî ya Pîşesazî li bajarê Qamişlo bû. Ev du sal in ku vê dibistanê karên pir baş kirine. Sala destpêkê hejmara xwendekarên refa 9an qedandin û derbasî ya 10an bûn 110 bûn lê îsal bûn 200 xwendekar. Perwerde bi du awayan tê dayîn ʺteorî û pratîkʺ. Perwerde li ser hin maddeyên ku berê dewletê amadekiribûn, tê dayîn. Lê dema ku perwerde tê dayîn, naveroka wan waneyan tê nivîsîn û ew nivîs ji aliyê komîteyeke taybet ya van karan ve tê komkirin û bi pêşketinên nû re dide ber hev; pê digihîje encameke nû û pirtûkan ji bo salên bê bi zimanê kurdî amade dike. Di dibistanê de 5 xebatgeh hene, di wan xebatgehan de xwendekarên keç û yên xort cihê xwe digirin.
1-Xebatgeha Torno: Di vê xebatgehê de 6 mamoste û 20 xwendekar hene. Di xebatgehê de 25 mekîneyên kêrhatî hene. Şagirt li vir dikarin teoriya xwe pratîk bikin.
2-Xebatgeha Dartiraşiyê (necarî): Di vê xebatgehê de du mamoste û şeş xwendekar hene. Ji bo vê xebatgehê pirtûkên wanedayînê nînin, lewma piraniya waneyên xwe piratîkî dikin.
3- Xebatgeha Hesinkariyê: Di vê xebatgehê de şeş mamoste û deh xwendekar hene. Xwendekarên vê xebatgehê hemû xort in. Ew jî bi kar û barên kelijandina hesin ji bo sazkirina maseyan radibin. Di vê xebatgehê de hin xwendekar bêyî mamosteyan bi tena serê xwe karan bi rê ve dibin.
4-Xebatgeha ceyranê (kehrebe): Di vê xebatgehê de sê mamoste û pazdeh xwendekar hene. Xwendekar, fêrî çawaniya kişandina tora kehrebeyê û çawaniya danîna amûrên kehrebeyê, dibin.
5-Xebatgeha elektron û peywendiyan: Şeş mamoste û sih xwendekarên vê xebatgehê hene. Di vê xebatgehê de beşa çaksaziya telefonên destan û komputeran heye. Herweha di vî beşî de çaksaziya erebeyan û mekanîkê jî heye.
Armanca vê dibistanê ji karên pratîk û dabeşkirina xwendekaran çi ye? Xwendekar hîna di temenekî biçûk de zîrek dibin û hizirên xwe pratîk pêk tînin. Gelek dibistanên ku ji ber şer, kel û pelên wan şkestine û zirar dîtine li vir têne tamîrkirin. Dibistanê heta niha 28.000 mase ji bo dibistanan amade kirine. Niha jî vê 15.000 maseyan ji bo dibistanên Dêra Zorê amade dike. Ango li dibistanê xwendekar hem xwe perwerde dikin hem jî berhemdar dibin.