Li gundê Miseynterê bê navber heta îro ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê nobet tê girtin. BI hevkariya çalakgeran û şaredariya Pirsûsê ji bo zarokên ji Kobanê konê perwerdehiyê hate vedan. Li gund perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo zarokên koçber ên ji Kobanê wê bê dayîn.
Li gund beriya niha jî mal hatibûn temîrkirin, Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrkan hatibûn vekirin. Gund bûye sembola berxwedana xeta sînor. Li konê perwerdehiyê yê vedayî de ji bo 74 zarokên Kobanê perwerdehiya kurdî wê bê dayîn.
Li gorî agahiyan çar mamoste dersan didin. Ji van mamosteyan 2 ji TZP Kurdî hatine û 2 jî ji Kobanê hatine. Birêveberên HDP û DBP’ê yên Pirsûsê. Xwendekarên perwerde bibin, niştecihên gund û berxwedêrên nobetê beşdarî merasîma vekirina konê perwerdeyê bûn. Navê “Dibistana Şehîd Zinar” li dibistanê hate kirin û di merasîma vekirinê de Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê Mehmet Kayhan axivî. Kayhan got, ew ê ji bo dibistanê di demeke nêz de avahiyekî çêkin.

Piştre ji bo 74 xwendekarên ku dê li “Dibistana Şehîd Zinar” perwerde bibin amûrên dibistanê hatin belavkirin.

RIHA