Mamosteya dibistana gundê Til Şiîr ê ser bi navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê Meryem Xan îşaret pê kir ku werza yekemîn serketî derbas bûye û xwendekaran bi awayekî baş xwendina xwe kiriye. Wê hêvî kir ku sala bê xwendekar karibin xwendina xwe li Efrînê bidomînin.

Kantona Şehbayê dest bi werza duyemîn a sala xwendinê ya 2019-2020’an piştî betlaneya navberê bi dema 15 rojan, kir. Deriyên dibistanan li hember xwendekarên herêma Efrînê yên koçber, di werza duyemîn a sala xwendinê ya 2019-2020’an de doh hatin vekirin, her wiha xwendekarên her sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî jî berê xwe dan dibistanan.Piştî ku dagirkeriya qirker a dewleta Tirk Efrîn dagirk kir bi sedhezaran Kurd bûn oenaber û qederê sed hezarî ji wan îro jî li Şehbayê dimînin. Ji bo misogerkkirina xwendina wan jî KPC-D´yî bi lez dibistan amade kirin û mamoste wezîfedar kirin. Ji hingê ve tevî kêmbûna derfetên madî jî perwerdeya li kantonê dewam dike. Niha jî betlaneya zivistanê bi dawî bû şagirt ji nû ve çûn dibistanên xwe.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di 9’ê Çileyê de dest bi betlaneya dibistanan kir. Di betlaneyê de, dibistanan karneyên xwendekaran di 12’yê Çile de dan wan.

Lazimî pirr in israra şagirtan jî

Piştî betlaneyê xwendekar ji nû ve vegeriyan dibistanên xwe. Tevî ku dibistan bi pirranî nîvwêrankirî ne û gelek tişt ji wan kêm in, dîsa jî xwendekar û şagirt xwendina xwe didomînin û dewam xwe dikin.

Mamosteya dibistana gundê Til Şiîr ê ser bi navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê Meryem Xan dibêje, “Xwendekaran bi coşeke mezin tevî rewşên koçberiyê yên dijwar û kêmbûna derfetan jî, berê xwe da dibistanan.”

Hêvî vegera Efrînê ye

Meryem îşaret pê kir ku werza yekemîn serketî derbas bûye û xwendekaran bi awayekî baş xwendina xwe kiriye. Wê hêvî kir ku sala bê xwendekar karibin xwendina xwe li Efrînê bidomînin.

Xwendekara koçber a li gundê Til Şiîrê, Ayşa Hesen ku di refa 6’an de dixwîne, piştrast kir ku tevî rewşên dijwar ên koçberiyê jî, di xwendina xwe de ew bi israr e û hêvî kir ku ew sala bê li Efrînê xwendina xwe dewam bike.  ŞEHBA/ANHA