Li ser encamên anketê Desteya Jinan li navenda xwe civînek çêkirin.  Cîgira Seroka Desteya Jinan Hêva Erebo axivî û derbarê encamên anketê de agahî dan. Hêva Erebo, da zanîn ku malbatan ji wan xwestiye ku havînê jî zarokên wan li kolanan nemînin û wiha dom kir: “Malbatan xwestin ku zarokên wan her roj fêrî tiştek nû bibin. Ji bo wê me jî biryar girt ku ji bo hemû bajarên Kantona Cizîrê dibistanên dayîkê yên havînê ji bo 3 mehan vekin.” Erebo anî ziman ku wan ji bo pêdiviyên zarokan komîteyek ji 5 kesan pêk tê ava kiriye û diyar kir ku ev komîte ji bo zarokan pirtûkên perwerdeya sala were çêbikin. Erebo got ku pirtûk wê bi zimanê Kurdî, Suryanî, Erebî û Îngilîzî werin çapkirin.Ji bo zarokên di navbera 3 û 6 saliyê de, wê li dibistanên havînê dersên wêne, muzîk, şano, xwendina zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî werin dayin.  


 ANHA /QAMIŞLO