Piştî komkûjiya 3'ê Tebaxa 2014an û dagirkirina Şengalê ya ji aliye çeteyên DAIŞê ve, bi hezaran Êzîdî xwe spartin çiyayê Şengalê. Hîna bi hezaran Êzîdî tevî hemû zorî û zehmetiyan li çiya dijîn. Li kampên çiyayê Şengalê, bi alîkariya mamostayên zimanê Kurdî yên rojavayê Kurdistanê 7 dibistan ji aliyê zarokên Êzîdî hatin vekirin.

Mamostayê dibistana Şehîd Cemal a li gundê Kersê yê Çiyayê Şengalê Mirad Îlyas ji RojNewsê re axivî. Derbarê dewama xwendekaran de mamosta Mirad wiha got: “Li dibistana me rojane 4 ref derse dibînin. Ango dewama refa 1 ji saet 08.00 heta saet 10.00an e. Refa 2 ji 10.00 ta 12.00, refa 3 ji 12.00 heta 13.30an û refa 4mîn jî ji saet 13.30 heta 16.00an ders tên dayîn.”


400 xwendekarên me hene

Derbarê hêjmara giştî ya dibistan û xwendekarên li çiyayê Şengalê mamosta Mirad ev zanyarî dan: “Li çiyayê Şengalê 7 dibistanên me hene. Di van dibistanan de 28 mamostayên me hene. Hinek dibistanên me 4 û hinek jî 2 ref in. Nêzî 400 xwendekarên me li van dibistanan hene. Hinek refên me 31 xwendekar û yên din jî di navbera 20-30 xwendekarî de ne.”

Mamosta Mirad Îlyas bal kişand ser dersên didin xwendekaran û di vê derbarê de got: “Em li vir dersa zimanê Kurdî, wêne, bîrkarî (matematik) û emê dersa mûzîkê jî bidin wan.”

Li ser pirsa ‘Xwendekar çawa pêşwaziyê li we dikin?’ mamosta Mirad ev tişt gotin: “Di dema fermana Şengalê de zarok gelek aciz bûn û pîskolojiya wan xirab bibû. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya wan bi dersan û jiyanek paqij heye. Me jî bi xwe ji bo wan dibistan çêkirin. Me mamosta peyda kirin. Ev jî xwesteka zarokan e û gelek keyfxweş in. Ew jî dersên xwe baş dixwînin û bi vê dibistanê gelek keyfxweş in.”


Ti carî ev dibistan nayên girtin

Mirad Îlyas derbarê dijderketina rêveberiya perwerdeya Dihokê ya derbarê dibistanên li çiyayê Şengalê de jî wiha got: “Em 8 mehan bê dibistan li çiyayê Şengalê man, heta niha ti kesekê alîkariya me nekiriye. Carekê ne gotin gunehe ev zarok bê xwendin û nivîsandin mane. Kesekê behsa siberoja zarokên me nekir. Piştî me dibistan vekir, alîkarî ji Rojava ji me re hat û me mamostayên xwe afirandin. Em spasiya vê alîkariya wan dikin. Ger bi daxwaza wan an jî ne ya wan be, ev dibistan ên me ne. Ti car ev dibistan nayên girtin.”


Kesekî alîkarî nedaye 

Mamostayê dibistana Şehîd Cemal a li gundê Kersê yê çiyayê Şengalê herî dawî bal kişand ser pêşwaziya malbatên zarokan a ji bo dibistanan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Malbatên zarokan jî gelek keyfxweş in, ji ber ku heta niha ti kesek din alîkariya wan nekiriye. Kesekê alîkarî nedaye zarokên Şengalê. Me li gor derfetên xwe dibistan ji wan re vekirine û malbat jî gelek keyfxweş in.”


MIHEMED ORHAN/ŞENGAL