Bi salan e ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî ya gelê kurd dewlet tenê nezîkatiya “dersa bijarte” nîşan da. Li ser vê nêzîkatiyê TZP Kurdî, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê (MAPER) û Egîtîm Senê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, navçeya Geverê ya Colemêrgê û navçeya Rezan a Amedê dibistanên kurdî vedike. Tabeleya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger hate daliqandin. Qaymeqamiya Rezan perwedeya kurdî ya li dibistanê bê destpêkirin wekî “neqanûnî” bin av kiribû gefa der barê kesên berpirsyar de dê karên fermî bê destpêkirin kiribû. Li gel gefa qaymeqamiyê di dibistana ku tabelaya wî hate daliqandin de pol, odeya kişikê, atolyeyên resiman, odeya muzîkê, serwîsa rehberiyê û mutbaxa ku zarok xwarinê bixwin hene. 


Dersên hemdem
Di bernameya dibistanê de hemû dersên ku zarokên diçin dibistana seretayî bibînin hene û pirtûk ji bi kurdî hatine çapkirin. Li şûna mufredata perwerdehiyê ya dogmatîk, netewperest û zayendperest li dibistanê modela perwerdehiyê ya cudabûnan, demokrasiyê, bihistiyariya ekolojîk pêş dixe û azadiya zayendan esas digire tê hedefkirin. Di dibistanan de ji bo dibistana seretayî 5, dibistana navîn 3 û lîseyî wekî 4 sal hate diyarkirin. Di dibistanên kurdî de perwerde ewil dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilkî bên dayîn û di demên pêş de jî tirkî û îngîlizî yan jî li gorî daxwazên xwendekaran bi zimanên cuda perwerde bê dayîn. 


Îro tên vekirin
Ji bilî 5 mamosteyên polan, mamosteyên ku dersên resim, muzîk û sporê bidin jî li dibistanan dersan bidin. Ev mamosteyên ku dersan bidin xwendekaran dê bi tevahî li ser esasê dildariyê bixebitin. Cilên xwendekaran û hemû pêdiviyên wan ên qirtasiyeyê ji aliyê gel û malbatên zarokan ve dê bê bicihanîn. Li dibistana ku tabelaya wî jî hate daliqandin û hemû amadekariyên wî temam bû, îro bi fermî wê vebe û dest bi dersan bike.

Dibistana Bêrîvan
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî Dibistana Seretayî ya Bêrîvan hat avakirin. Dibistan li taxa Nûr hatiye çêkirin û wê îro bi fermî bê vekirin. Şaredara Cizîrê Leyla Îmret, rêveberên saziyên civakî yên navçeyê û mamosteyên zimanê Kurdî derbarê mijarê de li ber dibistanê daxuyanî dan. Ji mamosteyên dibistanê Huseyîn Çatikaş daxuyanî xwend û got, nasname nasname û rûmeta gelan e. Şatikaş bibîrxist ku eger zimanê gelan nebe, gel nikarin hebûna xwe biparêzin. Bang li şêniyên navçeyê hat kirin ku xwedî li dibistana Kurdî derkevin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Dibistana li Cizîrê îro saet di 10:00an de tê vekirin. Beriya merasîmê ji ber şaxa Kurdî-Derê wê meşek were lidarxistin û dibistan bi fermî were vekirin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman rengî wê dibistanek Kurdî bê vekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN