Minbicê di 12‘ê Tebaxê de hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê şêniyan dest bi rêxistina xwe kirin û saziyên xwe vekirin.

Kêmasî hene

Dibistanên bajêr jî hatin vekirin, lê heta niha bi awayekî rêkûpêk perwerde nehatiye dayîn. Ji ber gelek kêmasiyan hîn dibistan nehatine vekirin.

8 hezar xwendekarên asta amadehî û navîn û 27 hezar jî yên asta seretayî bê pirtûk in. Bi vî awayî 35 hezar xwendekarên Minbicê bê pirtûk in.

Hevseroka Mûdîriyeta Perwerdehiyê ya Minbicê Sîham Mistefa bi bîr xist ku wan 4 hezar pirtûk ên asta seretayî ji kantona Cizîrê wergirtine û da zanîn ku ev hejmar li beramberî hejmara xwendekaran kêm û hewcedariya wan bi 50 hezar pirtûkan heye.

Sîham Mistefa destnîşan kir ku wan daxwazên xwe pêşkêşî Meclîsa Sivîl a Minbicê kirin û hêvî kir ku di demeke lezgîn de pêwîstiyên wan bêne peydakirin.

Her wiha Sîham diyar kir ku pêwîstiya dibistnan bi gelek alavan wekî “derî, pencere, kursî û maseyan” heye û bang li rêxistinên têkildar kir ku di zûtirîn demê de alîkariyê bişîne. 


 ANHA / MINBIC