
KADAR ÎBRAHÎM / ANHA / TIRBESPIYÊ
Di çarçoveya kar û xebatên Desteya Perwerdehiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê de Desteyê mamoste li gorî sîstema perwerdehiyê ya nû amade kirin da ku karibin li gorî qewmînên li herêmê û Rojhilata Navîn tevbigerin. Desteyê weke alternatîfekê ji sîstema perwerdehiyê ya rêjîma Baasê re ku tê de şerê zimanên Kurdî û Suryanî û çanda wan dihat kirin, sîstemeke nû ya perwerdehiyê danî da ku li gorî asta daxwazên gelên herêmê be.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ku zimanê dayikê li ser wan qedexe bû, dest bi vekirina dibistanên biçûk kirin û tê de zimanê dayikê perwerde kirin. Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate avakirin, Desteya Perwerdehiyê di perwerdekirina zimanê dayikê de gavên mezin avêtin. Êdî her pêkhateyek dikare bi zimanê xwe yê dayikê li rex zimanên din bixwîne da ku rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş were çespandin.
Tişta herî ber bi çav li ba gelên Kurd û Suryanî pêk hatiye ew e ku êdî meteryala perwerdehiyê heta refa nehemîn a dibistana navîn bi zimanê zikmakî dixwînin. Girêdayî vê mijarê xwendekarên dibistana navîn ên dibistaneke navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê diyar kirin ku ew bi xwendina zimanê dayikê gelekî kêfxweş in.
Berê me fêm nedikir nioha bi zimanê dayikê ye
Xwendekara bi nave Maya Murad a ji pêkhateya Kurdî di refa heftemîn a dibistana navîn de dixwîne. Maya derbarê sîstema kevin a rêjîma Baasê degot, “Me tiştek ji xwendina xwe fêm nedikir, hemû waneyên me bi zimanê Erebî bûn. Lê niha em bi zimanê xwe yê dayikê zanista xwe werdigirin.”
Maya derbarê sîstema nû de kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev gava destpêkê ya perwerdehiya hemû pêkhateyên herêmê ye.
Her nasname bi zimanê xwe
Mereh El-Hebîb a ji pêkhateya Ereb jî di refa heştemîn a dibistana navîn de dixwîne û derbarê heman mijarê de got, “Beriya niha hertişt bi Erebî dihat perwerdekirin, tevî vê yekê jî em weke pêkhateya Ereb hatibûn zilimandin ji ber ku zimanê ku em pê dihatin perwerdekirin tenê girêdayî fikra partiya Baasê bû û di encamê de helwesteke tevlîheviyê û mezhebîbûnê di nava welatiyan de hate çandin. Ango ji welatiyan dihat xwestin ku tenê ji partiya Baas hez bikin. Her wiha vê yekê hişt ku pêkhateyên din ji me heta astekê dûr bikevin. Lê niha bi saya vê sîstema nû ya perwerdehiyê em hemû bi zimanên xwe tên perwerdekirin û em kêfxweş in ku dost û hevalên me yên Kurd û Suryanî jî bi zimanên xwe dixwînin.” Gabriyêl Samûîl Colo yê ji pêkhateya Suryan derbarê heman mijarê de got, tevî hejmara wan a kêm li herêmê êdî ew bi zimanê xwe dixwînin.
Samûîl destnîşan kir ku mamosteyên wan bi rihê hevaltiyê danûstandina wan dikin û got, cûdabûneke zelal di navbera kadroya perwerdehiyê ya serdema Baasê û kadroya niha de heye. Kadroya serdema Baasê weke desthilatdaran danûstandina şagirtan dikirin.
Egîd Sifok xwendekarekî ji pêkhateya Kurd e û di refê nehemîn a dibistana navîn de dixwîne û kêfxweşiya xwe derbarê sîstema perwerdehiyê ya nû de anî ziman û got, “Em bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin, her wiha em zimanên din weke Erebî û Suryanî jî diwînin.”