Keştiyeke 260 koçber tê de, li nêzî Maltayê agahî jê nayê girtin. Rêxistina civaka sivîl a Elman Sea-Watch International li ser rewşê nerazîbûna xwe diyar kir û got, “Dihêlin koçber bimirin.” Piştî nerazîbûn û banga rêxistinên civaka sivîl, saziya Frontex a ji sînorên Yekîtiya Ewrûpayê berpirsiyar, diyar kir ku ew ê îro balafireke keşfê rake. Rêxistina Civaka Sivîl a Elman Sea-Watch International diyar kir ku berê jî ji çar keştiyan yek qulibî ye û got, “Rayedaran hemûyan rewş dizanîbûn û neketin nava tevgerê. Dihêlin koçber bimirin.” Rêxistinê, Şemiyê hişyar kiribû ku di botekê de 260 koçber hene. Li gorî nûçeya AFPê jî rayedarên Maltayê û yekîneyên ewlekariya peravan a Îtalyayê heta niha der barê bota wendahî de ti daxuyanî nedane. Rêxistina Koçberan a Navneteweyî û UNHCRê jî tenê fikarên xwe anîn ziman. NAVENDA NÛÇEYAN