Operasyonên eskerî li Şirnexê bi mehan e ku didomin. Di çarçoveya van operasyonan de ji ber topbarana qereqolên li hawirdorê, li herêmên Cûdî û Gabarê agir bi daristanan ket. Şewata li daristanan ev bi rojan e dewam dike. Rejîma Îranê jî bi topbaranê agir bi çiyayê Şaho xist ku ji çar rojan ve şewat lê dewam dike.


Li Şirnex û navçeyên wê bi beşdarbûyîna bi sedan esker û cerdevanan, operasyonên eskerî didomin. Bi taybetî jî operasyon li herêma Kato Jîrka, Gabar û Cûdiyê dijwar bûne û ji ber bombebaran û topbaranan agirê bi daristanên herêmê ketî rê li ber şewatên mezin vekir. 


Herêmên çiyayên Cûdî û Gabarê, ev qederê 5 rojan e ku ji ber topbarana qereqolên Gorumlu, Çalişkan û Heblerê dişewitin, ji ber vê şewatê bi sedan dar heta niha bûne xwelî. Li herêmê, şewatê pêşî Deriyê Cibrail, Sefine, Hesena û Gire Çolyayê da ber xwe, lê belê piştî demekê bi xwe tefiya. Lê belê niha ji ber topbaranê şewatê li qadên Şax û Heblerê jî dest pê kiriye.

Eskerên delweta dagirker a Tirk nahêlin ku welatî van şewatan vemirînin. Beriya bi 2 rojan, ji ber topbarana Tabûra Komandoyan a Cendirmeyan a Gormeçê, li qadên Geliyê Gurdîla, Bîrava, Memûrika û Zivingo yên herêma Çiyayê Gebarê şewat derket. Ev şewat cih bi cih didome û ji ber vê mekanê jiyana gelek giyaneweran tine bû û gelek dar şewitîn. 



Li aliyê din li Rojhilatê Kurdistanê jî, Ji ber topbarana artêşa Rejîma Îranê, ev çar roj in ku li çiyayê Şaho daristan dişewite. Li heman herêmê pêr jî şer qewimî û piştî şer dîsa agir bi daristanê ket. 



Navê dijmin tenê guhertî ye 

Li çiyayê Şaho, yê li bajarê Kamyaran ê wilayeta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber topbarana rejîma Îranê ev 4 rojin daristan dişewite. Hêzên rejîma Îranê 7’ê Tebaxê, deverên Tengîwer û Palengan ên çiyayê Şaho weke ‘deverên tatbîqata eskerî’ îlan kirin. Bi vê îlanê re li herêmê liv û tevgera eskerî destpê kir û top li herêmê hatin barandin.


Piştî vê liv û tevgerê pêr li çiyayê Şahoyê şer qewimî û ji artêşa Îranê 3 pasdar hatin kuştin. Zelal nebû ka şer di navbera kê de qewimiye. Şewata ku ji ber topbaranê li herêmê dest pê kir, hê jî dewam dike. Welatî dixwazin agir vemirînin, lê hêzên rejîma Îranê destûrê nadin. Hêzên rejîmê ji gundiyan û mirovên li derdorê re gotiye, herêm ji 7 heta 13’ê Tebaxê ‘herêma tatbîqatê’ ye û gef xwarine li xelkê da ku kes ji malên xwe heta hingê dernekeve.  


 NAVENDA NÛÇEYAN