
Roj bi roj piştgiriya ji bo lidarxistina kongreya neteweyî zêde dibe. Girêdayî lidarxistina kongreyê rewşenbîrên Helebce nêrînên xwe ji ajansa ROJNEWS re anîn ziman.
Girêdayi lidarxistina kongreya neteweyî yek ji rewşenbîrê Helebce Barzan Hamid axivî û got: “Eger temaşeyî tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd bikin, em bibînin ku her tim li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo xebat û yekrêziya di navber aliyên siyasî de çê bibe, her tim li hember dijmin rawestiye. Her wiha dijmin ew kiryar kirine ku Kurd bê hêz û bê deng bûne.”
Her wiha Barzan Hemîd ragihand ku lidarxistina kongreya neteweyî di qonaxek ewqas aloz de derbas dibe ku siyaseta welatên dagirker li herêmê ne zelal e û ji hemû demî zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û wiha pê de çû: “Ji bo kongreya netewî bi awayek serkeftî were lidarxistin, divê aliyên siyasî ji bin bandora welatên dagirker yên weke Îran û Tirkiye derbikevin.”
‘Ev felaket e’

Têkildarî heman mijarê ji rewşenbîrek din yê Helebce Yasîn Nadir ji balkişand ser astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreya neteweyî û got: “Niha welatên dagirker dibin navê şerê DAIŞ û hinek hincetên din de hatine nav xaka Kurdistanê. Hemû partiyên siyasiyên Kurd ji vê agahdar in. Heta hinek rêveberên partiyên Kurd li Başûr bixwazin kongreya asayi ya partiya xwe saz bikin, divê pirsa xwe ji welatên cîran bikin. Ev ji felateke.”
Her wiha Yasîn Nadir da zanin ku partiyên Kurdî li Başûr siyasetek du alî di meşînin û ev ji ewqas karên aliyên siyasî girantir dike û got: “Pêwîst e gelê Kurd yekgirtî be, nakokiyên xwe derbas bike û hewl bide ku kongreya neteweyî lidarbixe.”
HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE