
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Aldar Xelîl derbare hevdîtinên wan ên li herêma Kurdistanê çêbûn ji ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got ku: ʺMe di hevdîtinên xwe yên bi hêz û aliyên dîtir re nepejrandina derbasbûna pêşmergeyan a Rojava anî ziman.ʺ
Aldar Xelîl hewldanên ENKS′ê yên li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û daxwaza wan a YPJ/YPG/PYD′ê lîsteya terorê nirxand û got: ʺLi Başûrê Kurdistanê me hevdîtin çêkirin û xebat dane meşandin. Di vê pêvajoyê de Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşan tê, guhertinên siyasî rûdidin û weke gelê Kurd ev rewşeke girîng e. Lê di vê rewşê de hinek partî hene ku bi navê ENKS′ê li Rojavayê Kurdistanê dixebitin û Rêveberiya Xweser nepejirandine. Ev kes li dijî Sîstema Federal dixebitin û propegandeyeke li dijî me dikin. Ev yek dibe sedema ku di nava gel de rewşeke ne aramî derbikeve holê. Her wiha partiyên girêdayî ENKS′ê yên ku li Rojava dimînin di asta navnetewî de di hevpeyvînên xwe yên dîplomatîk de hewl didin ku navê YPJ/YPG/PYD′ê bixin lîsteya terorê.ʺ
′Em van hewldanên wan neyînî dinirxînin′
Xelîl tîne ziman ku ew naxwazin tu kes ji derveyî pergalê bimîne û dibêje: ʺGelek partî û rêxistin niha cihê xwe di nava sîstema Rêveberiya Xweser û sîstema Federal de digirin. Em naxwazin tu kes ji derveyî vê sîstemê bimîne. Divê partiyên ku li derveyî sîstema Rêveberiya Xweser mane, tevlî xebatên Rêveberiyê bibin.″
‘PDK dijberiya Rojava dike’
Xelîl anî ziman ku ev partiyên ENKS′ê di aliyê rêxistinî û bîrdozî de xwe girêdayî PDK′ê dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Em ji bo girêdana wan a rêxistinî û bîrdozî bi PDK′ê ve tiştekî nabêjin. Lê belê li gorî diyar dibe ku heta PDK′ê dijberiya Rêveberiya Xweser û Federaliyê bike, dê ev partî jî heman helwestê raber bikin. Li Başûrê Kurdistanê tenê PDK`ê desthilatdar e, tiştekî bi navê hikûmet, parlamanto, rêveberî û sazî ji derveyî PDK`ê tine. Dibe ku hinek partî weke nav habin lê belê di polîtîkaya li hemberî Rojavayê Kurdistanê de ne xwedî erk in. Partiyek bi tena serê xwe biryaran dide. Ev yek pirsgirêkên herêma Kurdistanê çareser nake û di nava wan bi xwe de jî nakokiyên navxweyî dideder. Ev yek rewşa wan berbi aloziyê ve dibe. Em ji aliyekî ve dixwazin ku pirsgirêkên wan çareser bibin, ji ber hinek tişt bandor li me dikin. Eger desthilatî tenê ne di destê partiyekê de be wê nêzîkatî û polîtîka wan a li beramberî me cûdatir bane. Eger partiyên dîtir jî ciyê xwe di desthilatdariya herêma Başûrê Kurdistanê de girtibane û polîtîkeke mîna roja îro li hemberî me dabane meşandin, wê polîtîk û nêzîkatiya partiyên dîtir jî zelalbane, lê belê partiyên dîtir dibêjin ku nêzîkatiya wan ji me re ne mîna nêzîkatiya partiya PDK`ê ye. Ji ber vê yekê divê pirsgirêkên wan ên navxweyî jî werin çareser kirin.ʺ
‘Hêza leşkerî divê yek be’
Di hevdîtinên ku çêbûn de mijara balkêş ku hatiye nirxandin xwesteka PDK`ê ya aliyê leşkerî ku du hêzan avabikin hatiye nirxandin û Xelîl derbare vê mijarê de got: ʺ Ji bo me tenê mijara leşkerî xeta sor e. Em ne alîgirên nêrîna ku bibin du hêzên leşkerî, aliyê siyasî de em dikarin bibin 50 partî ne pirsgirêke û heta bi hezaran sazî jî dikarin werin avakirin. Lê belê di aliyê leşkerî de dibe em yek hêz bin. Divê biryar ji yek navendê derbikeve û yek fermandariya leşkerî hebe. Tecrûbeyên herêma Başûrê Kurdistana ya welatparêziyê ku mirov tecrûbe jê bigre hene, lê belê gelek bûyerên bi êş ku qewimîne hene û em naxwazin dubare bibin û carekedin werin jiyîn. Mînak ji ber hêzên wan ên leşkerî ne yek hêz bû şerê birakujiyê bi salan hate jiyankirin. Eger hêzê leşkerî yek hêz be, çiqasî nakokiyên siyasî derbikevin jî ne pirsgirêke. Hêzên wan ên leşkerî cûda bûn û wexta aliyê siyasî de nakokiyeke biçûk derketibane di navbera wan de şer çêdibû. Ev yek bû sedema ku bi dehan pêşmerge şehîd bibin. Niha hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ciyê xwe di nava hêza leşkerî de digrin. Ciwanên Kurd şûna li derveyî welatê xwe ne û dijmin dixwaze wan ji bo xwe bide bikaranîn dikarin tevlî hêza leşkerî bibin û welatê xwe biparêzin.ʺ
Lîstikên dewleta Tirk
Xelîl di hevpeyvînê de balkişand ser pîlansaziyên Tirkiyê yên vê demê û got: ʺDewleta Tirk û PDK`ê li ser hinek herêm radestî PDK`ê bikin hevpeyman çêkirin. PDK`ê destpêke xwe spart dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi riya Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hinek komên dîtir xwest ku Rojava dagirbike û têxe destê xwe lê belê di vê yekê de têkçû. Piştî ku têkçû û nikarîbû bi riya van koman Rojava dagirbike bi xwe êrişkir û xaka Sûriyeyê dagir kir. Dewleta Tirk ev zêdetirî 160 roje nikare Babê dagir bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze ciwanên Rojava ku navê pêşmergeyên Rojava li wan dikin bigirin gel xwe û wan ji bo berjewendiyên xwe bidin bikaranîn. Ev lîstokeke dewleta Tirke li ser gelê Kurd dide meşandin. Divê li beramberî van lîstokên dewleta Tirk berjewendî û biratiya gelan biparêzin. Li gorî diyar dibe hinek alî ne berjewendiyên gelê Kurd berjewendiyên xwe yên taybet difikirin. Gef dixwin lê belê em bi şer nafikirin û naxwazin şerê biratiyê bikin. Me gelek caran gotiye û şiyarkiriye ger ev pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin dê şer derbikeve. Di hevdîtinên xwe de me anî ziman ku PDK`ê şiyarbikin nekevin vê şaştiyê de. Derbaskirina pêşmergeyan a Rojava mijara gumanê ye.ʺ
ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO