Karkerên Kurd yên ji Semsûrê Bulent Çoban û pismamê wî Mehmet Sadik Çoban ku li atolyeya tekstilê dixebitî ji ber ku li muzîka Kurdî guhdar kir rastî gefan û êrîşê hat. Li taxa Murat a navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê li atolyeya tekstîlê ya welatiyê Semsûrê Bulent Çoban çend roj berê koma ku ji 30-40 kesan pêk dihat êrîş pêk anîn. Pismamê Bulent Mehmet Sadık Çoban, li ber deriyê dikanê dema bi telefonê di axivî rastî erîşê hat. Çoban, ji aliyê komek mezin ve rastî êrîşê hat û di êrîşê de ava kelandî rijandin ser Sadik Çoban. Di bedena Çoban de şewat çêbû û birînên mezin vebûn. Li gel 5 roj di ser bûyerê re derbas bûn hêj şopa xwînê li dikane heye. Karkerên Kurd diyar kirin ku êrîşkaran gotiye "Li vir Kurdî tune" û êrîş kirine. Bulent Çoban, diyar kir ku erîşkaran berê leşker bi rê kirin û pişt re êrîş kirin û wiha got: "Dema min bismamê xwe di nava xwîne de dît ez şok bûm. Koma ku ji 30-40 kesan pêk dihat ketin hundir. Keseki bi navê Fatih ket hundir û got "Kurdî tune" min jî got temam. Got Kurdî tune em bi Tirkî diaxivin. Pişt re 3-4 hulmusk avêtin me. Ez li ser van darbeyan ketim xwar. 20-30 kes bûn. Bi pêhn û hulmiskan li pismamê min xistin.  Çoban, anî ziman ku bi hovene êrîş kirin û wiha got: "Em ruhê xwe jî li ser ve yekê bikin em dê bi şopa wê bikevin. Me heta niha ji bo ziman gelek bedel dan. Em dê doza xwe berdewam bikin. Ji bo em ziman û çanda xwe bijîn me bednel dan û em dê bedelan bidin.
Mehmet Sadik Çoban jî anî ziman ku roja bûyerê li ber dikanê atolyeyê bi telefonê di axivî û ji nişka ve rastî êrîşê hat: û wiha got: "Koma ku ji 10 kesan pêk dihat êrîş kir. Min texmîn kir ku jibo li min bidin hatin ser min. Bêyî ku tiştekî bibêjin hatin ser min. 15 deqîqeyan li ber derî bi pênnan li min dan. Min bi zorê xwe avêt hundirê dikanê. Pişt re ketin dikanê û çi li dikanê dîtin şikandin û perçe kirin. Çêr ji Kurdan de didan. Li lêdanê ez avêtim pişt dikanê. Pişt re çaydanê tije ava keliyayî rijandin ser min. Li amûrên li hundirê dikanê li min dan. Bi hovane li min dan. Heta niha min hovîtiyek bi vî rengî nedît.  Karkêr Çoban ku rastî êrîşê hat û rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bagcilarê birînên wî bi 9 kêlan dirûtin. Rapora 26 rojan nikarin kar bike dan. Çoban ji bo mafê xwe biparêze dê serî li ÎHD'ê Stenbolê bidin. 

DÎHA/STENBOL