Ji roja ku AKP-Erdogan bûye desthilat kuştina jinan bi awayekî sîstematîk zêde bû. Ji ber ku pergala xwe li ser bingeha faşîzmê ava kiriye. Faşîzma ku bi aqilê zilam tê meşandin bi tu awayî mafê jiyanê nade jinê. Ji ber ku di pergala faşîzmê de cîhê jinê tine. Ji lewma navenda hemû êrişên wê jin e. Ev pergal hebûna jina rêxistinkirî û tevgera wê ji xwe re tehlûke dibîne di her fersendê de êriş dike. Me minakê vê zîhniyetê di kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê de baş dît. Niha jî bi heman hişmendiyê faşîzma dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi sedan saziyên civaka sivîl girtin. Herî dawî girtina Komeleya Jinan a Rosa tirsa wî ya ji jina rêxistinkirî bû. Ji ber ku di pêvajoya pandemiyê de ya ku herî zêde rûyê rast ê faşîma wê eşkere dikir jin bû. Ya ku li hemberî bê exlakî û bê edaletiya wê têdikoşiya ev sazî û aktivîstên wê bûn. Tevî şert û mercên zehmet û tedbîrên li dijî vîrûsa korona jî jinan bi rêya çalakî û kampanyayên xwe li ser  medya civakî bûn deng û hêvî ji bo jinan. AKP ji bo jinên li azadiyê digerin bêdeng bike serî li hemû rê û rêbazên cûda dide. Yek ji amûrên girîng ên AKP'ê jî qaşo Komeleyên Piştgiriyê û Civakê ye. Lê avakirina van saziyan jî tenê ji bo xizmeta desthilata wê ye. Ji roja bûye desthilat li ser navê civak û azadiya jinê tu gavên berbiçav neavêtiye. Ji ber ku hikûmeta AKPê ti carî wekheviya jin-mêr nepejirand û di her gotin û kiryarên xwe de ev têgihiştin her tim anî ziman. Li gorî vê polîtîkaya xwe ya paşverû, jin ne weke kes, tenê di nava malbatê de dît. Berî her tiştî di qada hiqûqî, civakî, perwerdeyê, di hemû sazî û qanûnan de ev têgihiştina xwe gav bi gav xist dewrê.

Li hemberî bîrdoziya azadiya jinê pêşî Qanûna Lêkolînên Malbat û Civakî ya Midûriyeta Giştî ya Teşkîlat û Peywirê xist pratîkê. Paşê ji bo pîvan û exlaqê civakê li gorî xwe dîzayin bike, vê carê bi derxistina qanûna kujer û tecawizkarên jin û zarokan efû dike û bi vî awayî hîmê civakê dirizîne. Minak; di sala 2011'an de navê jinê ji Wezareta Jin û Malbatê derxist û kir Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî. Dûre bi kiryarên li dijî jinê yek bi yek mafê jinan ji dest wan hate girtin. Jixwe Erdogan wê demê jî sînorê xwe derbas kir û di her firsendê de gotina ''3'ê zarokan bînin'' anî ziman. Dîsa wê demê bi gotina Erdogan ya ''Ez li dijî kurtajê me. Her kurtaj Uludere ye'' desteserkirina mafê jinan zêdetir bû. Herwiha gotinên rayedarên vê desthilata faşîst ku digotin ''Kesên ku tên tecawizkirin bila zarokên xwe bînin dinê, pêwîst be wê dewlet lê binere'' niha bi derxistina efûya tecawizkarên zarokan ev têgihiştina paşverû dikeve pratîkê.

Ev desthilat bi êrişên li dijî jinê di hemû aliyên jiyanê de dijminatiyeke ber bi çav daye destpêkirin û gav bi gav pêk tîne. Li Bakurê Kurdistanê bi dagirkirin û qeyûman pêşî destkeftiyên jinan kir hedef. Gelek stargehên jinan û navendên jinan hatin girtin. Bi van êriş û polîtîkayên xwe herî zêde zarok bê-parastin hiştin. Îstîsmara zayendî zêde kir. Gotinên rayedarên AKPê û necezakirina kujeran bû sedema zêdebûna kuştina jinan û qadên jiyanê ji bo jinan hatin dorpêçkirin. Hikumeta AKP'ê di her pêvajoyê de bi taybetî jinan dike hedef û gefan li wan dixwe. Lê di hemû pêvajoyan de em dibînin ku li hemberî êrişên wan biryar û têkoşîna jinan zêde dibe. Herî dawî jinan li hemberî operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosa û binçavkirina aktivîstên jin, ev peyam dan; 'Bi zext û zordariyê nikarin têkoşîna me ya jinê û piştevaniya jinê têk bibin. Têkoşîna me sînoran nas nake. Îro jî wê nas neke, sibe jî nas neke'.