Kovara Hawarê sala 1932’yan li Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve bi tîpên latînî hat weşandin. Kurd ji sala 2006’an û vir ve 15´ê Gulanê vê rojê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Piştî dibistanên Kurdî hatin girtin, herî dawî bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de  (KHK) saziyên zimanê Kurdî jî hatin girtin û xwestin xebatên ziman asteng bikin.



‘Sedema tirsa dewletê ye’


Hevseroka Akademiya Ehmedê Xanî Enîse Ekîncî, diyar kir ku piştî saziyên wan hatin girtin, xebatên ziman bi dildarî didin meşandin û got: “Bi salan e ku zimanê Kurdî tê qedexekirin û tine tê hesibandin. Zimanê Kurdî ji dîrokê heta niha rastî zextan hatiye û ji Celadet Bedirxan heta niha hebûna xwe domand. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku li dijî polîtîkayên tinekirin û zextan bi berxwedanê heta roja îro hat, gelek girîng e. Divê em her roj û ligel hemû zextan bi rihê cejnê xwedî li zimên derkevin.”
Ekîncî, da zanîn ku ligel polîtîkayên asîmîlayonê bi milyonan kesan kurdî xwend, nivîsand ev jî serkeftinek bi berxwedanê hatiye bidestxistin û wiha pêde çû: “Serketinên Kurdan dibin sedema tirsa dewletê. Dewlet bi heman tirsê hemû saziyên zimanê Kurdî girtin. Dema ku dîtîn zimanê dixwazin asîmîle bikin bi pêş dikeve destê xwe avêtin vî karî.”


Kolan, mal, taxan veguherînin meydanan


Ekîncî got, heger zimanê Kurdî bi pêş bikeve û li hemû warên jiyanê bê axaftin, ew dê bi xwe re demokratîkbûnê bîne û wiha domand: “Ji bo pêşiya vê bigirin dibistan û hemû sazî girtin. Bi van zextan gelo gihiştin armanca xwe? Na. Dibe ku demekê xebatên ziman rawestabin lê dê ji asta hatiye venegere. Ligel hemû zextan xebatên ziman didomin. Sazî hatin girtin lê kolan, mal, tax vegeriyan meydanan û xebat didomin.”



Li dijî zextan xurtkirina têkoşînê

Rêveberê KURDÎ-DER a hatiye girtin Zeyat Ceylan jî îşaret bi dewamkirina êrişan kir û got: “Ev êrîş gelo dê bi ser bikevin? Di cîhanê de ti dewlet bi zextên li ser gelê xwe bi ser neketiye. Dê li herêmê jî bi ser nekeve. Divê di vê pêvajoyê de em bêhtir bi Kurdî biaxivin û bêhtir li Kurdî xwedî derkevin. Heger em bêhtir Kurdî û ziman biparêzin em dê bêhtir demokrasiyê bi pêş bixin. Em bi ziman û çanda xwe hene.” 



Mesele fêrkirina Kurdî ye

Mamosteyê Dibistana Seretayî ya bi Kurdî, Ferzad Kemanger, Mehmet Esen jî anî ziman ku wan bi sedan xwendekar perwerde dikirin û got: “Mesele perwerdehiya zimanê dayikê bû. Wekî hemû cîhanê mufredata dibistana Ferzad Kemenger jî hebû. Yekem car bi Kurdî ders dihat dayîn. Lê ji ber ku Aqlê Dewletê her dem Kurdî wekî gef li pêş xwe dibîne, dibistan girtin. Esen, herî dawî da zanîn ku ji bo zarokên Kurd fêrî ziman, çand û dîroka xwe nebin dibistana Kurdî hatiye girtin. 



Gel divê dibistanên Kurdî veke


Hevserokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê a ku bi KHK´yê hat girtin Sami Tan, bal kişand ser êrişên li dijî zimanê Kurdî û got: “Divê Kurd ji bo vekirina dibistanên xwe hewl bidin û piştgiriyê bidin xebatên bi vî rengî.” 
Tan îşaret pê kir ku xebatên xwe yîn weşanê dewam dikin û wiha peyivî: “Niha jî em xebatên xwe yên weşanê, weke şirketa ZEND’ê bi rê ve dibin. Wek şirketekê berê jî ZEND hebû. Ji Enstituyê cuda bû. Tenê em xebatên, pirtûkê enstîtuyê çap dikin. Wekî Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dihat binavkirin, lê navê wê yê fermî ZEND Bilim Kültür bû. Wekî din piştî demekê komek hevalên me yên bi kurdî re eleqedar, mamosteyên zimanê kurdî, komeleyeke bi navê Komelaya Lekolînê ya Kurdî ava kirin. Niha xebatên dersan di bin navê vê komeleyê de tên meşandin.”

Tan diyar kir ku, ji bo astengiyên li ser zimanê kurdî rabin divê hin xebat bên meşandin û wiha domand: “Berî her tiştî em ê li ber xwe bidin. Hişmendiya xwe ya zimên xurt bikin. Hevgirtina xwe xurt bikin. Rexistana xwe xurt bikin. Pirsgirêk heke çareser bibin wê bi awayekî girseyî çareser bibin.

Divê Kurd ji bo vekirina dibistanan hewl bidin. Bi taybetî divê ji bo zarokan kreşan vekin. Divê înîsiyatifên sivil, demokratik derkevin xebatên çand û ziman zêdetir bimeşinin û xebatên ku hatin kirin jî divê mirovên me xwedî li wan derkevin. Piştevaniya wan bikin da ku ev sazî mezin û xurt bibin. Bi vî awayî em dikarin erişên li ser zimên pûç bikin.”


 DÎHABER / AMED