Doktor Elî bang li mirovên pispor kir ku alîkariya wan bikin û got, "Ez  ji destpêka şer heta niha li vir im. Destpêkê me pir zehmetî kişandin. Me pêşiyê ji bo birîndaran odeyek tenê amade kiribû û  heta ji destê me dihat em li cihên dûrî şer bi cih dibûn. Lê dîsa jî cihek ku êrîş lê nehatiba kirin nemabû, ji ber hawanên diavêtin, me 3 caran cih guhertin. Ji aliyê dermanan ve kêmahî pirr hebû, doktor û kesên pispor tine bûn. Ev kêmasî mixabin hînê dewam dikin."’ 


Yek nexweşxane heye

Doktor Miheme Emir Elî anî ziman ku ew  pisporê  dahiliyê ye lê ji ber ku doktor tineye li nexweşiyên cerahî jî dinêre û got: "Birîndarên me pirr in, ji ber ku  li vir derfet tinin, em wan dişînin aliyê bakur." Doktor Emir Elî dibêje rewş niha li gorî berê şer sivik bûye, lê balê dikşîne zêdebûna serjimarê jî: "her roj bi hezaran kes vedigerin. Li gundan şer hînê didome, li hember vê, hejmara me ya doktoran wek berê ye, em 3-4 kes dixebitin." Miheme Emir Elî dawiya axaftina xwe de bangawaziya alîkariya dermanan jî kir:  "Em dîsa bang dikin ku kesên di beşa xwe de pispor in, werin peywira xwe li vir bi cih bînin. Bi taybetî jî pêwistî bi beşa ortopedî û cerahî  pirr heye. Hemşîre û kesên zane bila werin xizmetê ji vî bajarê re bikin."   


 ANHA / KOBANÊ