Dewleta Tirk ya ku li hemberî berxwedana gelê Kurd bê çare maye vê carê xwezaya Kurdistanê dişewitîne. Çeteyên dewleta Tirk rojane li Kurdistanê bi dehan zeviyên dexlûdanê Kurdan dişewitîne.
Artêşa Tirk ku li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke ji bo dagirkirinê kiriye, ji balafirên şer ên F-16 bombeyên bi tonan li xwezaya Kurdistanê dibarîne. Herî dawî êvara 16’ê Hezîranê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer qadeke daristanî ya li Geliyê Şêxzade şewitî. Li gel dar û cûreyên nebatan gelek sewal; pezkovî, berazên kovî bûn hedefa bomberdûmanê.
Ji gundiyên Geliyê Şêxzade Rêbaz Mihemed li ser mijarê peyivî û diyar kir ku hêzên çekdar ên Tirk bomberdûmaneke giran li qadên wan dike. Rêbaz Mihemed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê, hikumeta navendî ya Iraqê û hawirdorparêzan kir ku li dijî vê êrişkariyê bikevin nava liv û tevgerê.
Li Kelar û Xaneqîn şewat
Li herêma Xaneqîn û Germiyanê jî agir bi zeviyên welatiyan ket. Di encama agir de li herêma Xaneqîn û Germiyanê li derdora 7 zeviyên genim û deresayek şewitî. Şewata li fermangeha avê ya Kelarê derket, di demeke kurt de hat kontrolkirin.
Li gorî agahiyên ku rêveberê parastina bajêr ya Kelarê Îbrahîm Mihemed daye, li gundê Tenûre ya ser bi Kelarê şewat derketiye û di encamê de deraseyek û 5 donim zeviyên genim şewitiye. Her wiha li gundê Mecîd Salar yê ser bi Xaneqînê jî agir bi du zeviyan ketiye û di encamê de dexil û danê cotyaran şewitiye.
NAVENDA NÛÇEYAN