Mehmûd Osman:Çeteyên dewleta Tirk zilmeke mezin li şêniyên Efrînê dikin. Herî dawî zarokê bi navê Mihemed Bin Reşîd Hemîd Xelîl darvekirin tevî ku astengdar bû. Çeteyan beriya vê bavê wî revandin û kuştin.
Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kirine bi taybet li Efrînê hovîtiya li sivîlan dewam dikin. Sivîlên herêmê rojane tên revandin, kuştin û malên wan tên talankirin. Tevî vê jî dagirkeriya Tirk zêdetirî mehekê ye dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji herêmên Sûriyê qut dike, lêdike. Ev jî piştî ku şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin û demografiya wê guhertin pêk hat.
Efrînê ji xaka Sûriyê qut dike
Berpirsê Ewqaf a herêma Firatê û meleyê mizgeftên bajarê Kobanê Mehmûd Osman li ser mijarê peyivî. Osman got: ”Divê gelên herêmê li rex şêniyên Efrînê yên mezlûm bisekinin. Xelkê me rojane tê kuştin, revandin û koçberkirin. Tirkiyê dîwarekî bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê lêdike. Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi vê gavavêtinê dixwaze Efrînê bi ser Tirkiyê ve bike. Dewleta Tirk bi hinceta parastin û ewlekariyê dagirkirina xaka Sûriyê rewa dike. Ev ji kirinên wê eşkere xuya dike. Çi dike ? Şêniyên resen ên herêmê koçber dike û li şûna wan malbatên çeteyên girêdayî xwe bi cih dike.
Bav û Kur kuştin
Berpirsê Meleyê mizgeftên bajarê Kobanê Mehmûd Osman di dewama axaftina xwe de balkişand ser hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li dijî sivîlan û got: “Çeteyên dewleta Tirk zilmeke mezin li şêniyên Efrînê dikin. Herî dawî zarokê bi navê Mihemed Bin Reşîd Hemîd Xelîl bi awayê darvekirinê hat kuştin. Tevî ku zarok seqet û astengdar bû. Çeteyên dewleta Tirk beriya vê bavê wî revandin, kuştin û cenazeyê wî avêtin ser rê.”
Meha aştî û qenciyê ye
Di dawiyê de Mehmûd Osman got: ”Di dawiya meha Remezanê de em cejnê pêşwazî dikin. Meha Remezanê meha pîroz, hezkirin, aştî û qenciyê ye. Em hêvî dikin ku aştî li tevahiya neteweya Islamî belav bibe. Lê Erdogan û hikumeta wî ola Islamê temsîl nakin. Kiryarên dewleta Tirk dûrî ola Islamê ne. Dagirkeriya Tirk ne tenê mirovan dikuje, darên zeytûnan û çandiniyan jî dikuje.”
ANHA/ KOBANÊ