Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, “Berxwedana Kurdan ji bo her kesî bû hêvî. Gelên dinyayê xwedî li vê berxwedan û şoreşê derketin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û li ser mijarên di rojevê de ne axivî:

Modernîteya kapîtalîst di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Krîz ne tenê ya modernîteya kapîtalîst e, ya desthilatdarên dewlet ava kirine. Ji ber ku bi vê pergalê êdî nameşe. Bi demê re ev tişt zêdetir derdikeve holê. Ev pergal nikarin kêşeyên gelan û mirovayetiyê çareser bikin. Ji ber ku ev pergal bi xwe kêşe û pirsgirêkan çêdike. Yên ku pirsgirêkan çêdikin gelo wê çawa pirsgirêkan çareser bikin? Ev tişt ne mumkun e. Gelên li cîhanê bi demê re vî tiştî baştir fêm dikin. Ji ber vê gelên li cîhanê nerazîbûnên xwe didin diyarkirin.

Yên pirsgirêkan diafirînin nikarin çareser bikin

Şerê cîhanê yê sêyemîn a niha jî didome, wer diyar dike wê hê jî bidome û wê ev şer kûrtir û berfirehtir bibe. Di şer de ev tişt derdikeve holê. Berê dewlet bi xwe neketibûn şer, bi hin hêzên din ev şer didomandin. Alîkarî didan hin komên girêdayî xwe û ev şer dikirin. Lê şerê bi vî awayî hema hema gihişt dawî. Ji ber vê dewlet bi xwe daketin qadan û ketin şer. Êdî dewlet şeran dimeşînin. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de guhertineke wisa çêbû. Li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin hate kirin. Di vê têkoşînê de DAIŞ’ê derbên giran xwar, erdên ku dagir kiribûn ji destê wan hate derxistin. Ji ber vê Tirkiye êdî bi xwe kete nav şer û Sûriyeyê. Ji ber ku li Rojhilata Navîn pirsgirêk li ser bingehên demokratîk çareser nabin, rêxistinên wekî DAIŞ’ê derdikevin holê. Dibêjin DAIŞ qediyaye lê ev ne rast e. DAIŞ neqediyaye. Di warê leşkerî de jî neqediyaye. DAIŞ di warê civakî, siyasî û leşkerî de didome û wê bike jî. Pergala modernîteya kapîtalîst DAIŞ da avakirin. Heta ku pergalên modernîteya kapîtalîst û dewletên wê li Rojhilata Navîn bi dawî nebin, wê rêxistinên wisa her dem derkevin holê. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst wê nikaribe tiştekî bide Rojhilata Navîn. Tiştekî ku bidin mirovayetiyê jî tune.

Dewleta Tirkiyê bê şer nikare dewam bike

Li dijî êrişên qirker û dagirker ên faşîzma Tirkiyeyê Rêber Apo, gelê Kurd û gerîla bi xurtî di nava berxwedanê de ne. Ev berxwedan gelek nirxan bi xwe re tîne û gelek zehmetiyan jî bi xwe re tîne. Her wiha berdêlên mezin jî didin. Ji ber ku berxwedana dide kirin, dizane ji bo çi tê kirin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahî gelan û mirovahiyê ye. Pêşiya faşîzmê, qirkirinê digire. Ev dike ku ruh bi gelên Rojhilata Navîn ve bê da ku bikarin ji bo xwe têbikoşin. Niha hinek dibêjin; ‘PKK li Başûr e, dewleta Tirk jî vê dike hincet û êrişî Başûr dike.’ Ev ne rast e. Tirkiye PKK nebe jî dikare hinceta çêke, jixwe çêdike jî. Wexta ku li başûr referandûm pêk hat, ew referandûm PKK’ê pêk neanî. Başûr bi xwe referandûm kir. Lê herkese dît ku Tirkiye çawa dijberî kir. Gef li Başûr xwar û got; ‘Em dikarin nefesê li we biçikînin. Em dikarin we bikujin.’ Îro gefan li Lîbya Behra Spî dike ma li wan deran PKK heye. Ya rast ew e, ji ber ku PKK heye, başûr ji her alî de sûdê dibîne, ji ber ku PKK başûr diparêze rastî ew e. Heta li ser PKK’ê Başûr hinek îmkanan bi dest dixe, lazim e her kes vêya bibîne ji bo wê berxwedana PKK’ê ne tenê ji bo Bakur e, ji bo tevahiya beşên Kurdistanê ne ji bo tevahiya gelê Kurd e, dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê dijminê gelê Bakur ê Kurd e, dijminê tevahiya Kurdan e li her dera Kurd lê hebe, dijminatiyê dike.

Ji bo dewleta Tirkiyê dijminahiya Kurd û demokrasî bike di nava Tirkiyê û derveyî wê de şer dike, şer mezin dike. Siayseta xwe şer e. Ev bûye siyasetek ji bo wan, bêyî şer bê dijminahî nikare rojekê li ser lingan bisekine.

 

ANF/BEHDÎNAN