Dewleta Tirk di zilm û zexta li dijî gelê Kurd de xwe bê minet kiriye. Artêşa Dewleta Tirk ji bo li bejahiya Amedê operasyonê bike, qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexeya derketina derve 31’ê Cotmehê (pêr) hate rakirin. Gelek esker, tîmên taybet û wesayitên zirxî tevlî operasyonê bûn.
Bi ser 107 malan de girtin
Hate zanîn ku hêzên dewleta Tirk a dagirker, li bejahiya Amedê bi ser 107 malan de girtin. Li herêma operasyonê gelek bendên kontrolê hatine danîn da ku wesayitên derbas dibin, bên kontrolkirin.
Hedef nûnerên gel in
Li Êlihê jî di çarçoweya operasyonên qirrkirina siyasî de polîsên Tirk bi ser gelek malan de girt. Hevşaredar Sabrî Ozdemîr jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
ANF/AMED