Li gorî daxuyaniya rayedarên Amerîkayê rejîma Beşar Esed hin guhestin di cihên çekên kîmyewî de çêkirine û rejîma Esed hate hişyarkirin. Li gorî nûçeyeke televizyona Menar ya Libnanî belavkiriye ku roja duşemê berdevkê fermî yê bi navê wezareta karê derve yê Sûriyê Cîhad Meqdîsî ji peywîrê hatiye girtin.
Hêjayî gotinê ye Meqdîsî her tim di kongireyên rojnamevanî de li Şamê helwesta hikûmeta Sûriyê li hemberî serhildana li dijî Esed radigahand, lê di van heftiyên dawî de li ser ekranan nehatiye diyar kirin û ev yek pêşbîniyên cudabûna wî ji rêjîma Sûriyê derdixe pêş.
Beriya çend mehan jî serokwezîrê hikûmeta Esed Riyad Hîcab jî ji rejîma Esed veqetyabû û tevli muxalefetê bûbû. Her wiha fermandarê leşkerî û hevalê Beşar Esed ê herî nêzî wî Menaf Telas jî ji rejîma Esed veqetyabû û niha li derve bi muxalefeta Sûriyeyê re dan û standinan dike.
Li aliyekî din hin komên çekdar hewldanên xwe ên ji bo xerakirina aramiya deverên ku Kurd lê dijî berdewam dikin. Piştî Taxa Eşrefiyê vê carê dîsa li taxa Şêx Meqsûd a Helebê komeke çekdar derbasî taxê bû û ji bo tirsandina niştecihên ku piraniya wan Kurdin gule teqandin. Li gorî nûçeyek ajansa Firatê beşa Erebî, komek çekdar bi armanca dirustkirina tevlîhevî û tirasandina xelkên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê gule teqandin. Dema ku yekîneyek asayîşê Kurdan rastî bûyerê hat yekser mudexeleyê rewşê kir û ew çekdar ji wê taxê derkirin lê di encama destwerdana bûyerê de endamekî hêzên asayîşê yê bi navê Zekeriya Mihemed birîndar bû.
ŞAM