Hefteya bihurî li bin banê Parlemana Ewrûpayê (PE) bi mêvandariya partiyên sê fraksiyonan (sosyal demokrat, kesk û çepgir) 13. Konferansa Kurd a Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewrûpa-Tirkiyeyê li paytexta Belçîkayê Brukselê li dar ket. Di konferansê de yek ji tiştên herî darî çav û ya rastî bel û beloq ew bû ku êdî tevahiya qisekeran ji kîjan fikr û aliyê siyasî dibin bila bin, Kurdan û nexasim jî Rojava wekî aktorekî siyasî yê diyarker dibînin li Rojhilata Navîn û nexasim jî li Sûriyeyê. Mijareke din jî ew e ku sosyal demokratên heta îro bêhtir dikarîn “helwêstên Tirkiyeyê fêm bikin” êdî helwêstên Kurdan jî fêm dikin, qet nebe xwe wisa didin nîşan.
Bi ya min ji van wêdetir hêja ye mirov behsa mijareke din a di konferansê de derketî pêş bike, lê beriya wê anektodeke serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku pirr hez dikir ji mêvanên xwe yên biyanî re bibêje wê ji bo fêmkirina vê mijarê rohnîker be.
Nêçîrvan Barzanî piştî şikandina DAIŞ´ê li Mexmûr û hawîrdora wê, dema mêvanên xwe yên biyanî pêşwazî dikir, ji wan re behsa serdana serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ya Hewlêrê dikir. Ew tevde çûne hotela wê lê bimîne û Davutoglu jê re gotiye, “Ev dikan a Tirkan e, ev dikan jî ya Tirkan e, pek û sed carî pek, ev hotel jî ya Tirkan e”. Li ser vê Barzanî lê vegerandiye û gotiye, “Erê, Tirkan ev der dagir kiriye”. Piştî vê jî helbet kenekî bi pixênî tê ku beşek e ji her minasebeta dîplomatîk a bi vî rengî.
Li ser berjewendiyên neteweyî yek bin!
Em vê li bîra xwe bigirin û vegerin Brukselê; li konferansê behsa yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî hat kirin, kesê pêşî bal kişand ser meseleyê ne Kurd bû, lê analîstekî Emerîkî yê ku berê di rêveberiya serokê Emerîkayê yê demokrat de şêwrimendî kirî, Michael Rubin bû. Rubin beriya dest bi gotara xwe bike, îşaret bi girîngiya yekrêziya Kurdan di mijarên berjewendiyên neteweyî de kir. Dema behsa vê kir jî, Rubin bi îhtîmam got, “Ez behsa wekhevbûnê nakim. Partî dikarin rikberiya hev bikin, mucadeleya li hemberî hev li cihê lê dewam bikin, lê li hemberî derve û li ser berjewendiyên neteweyî divê bi yek dengî tevbigerin.”
Dema mirov van gotinan û anektoda Barzanî tîne ber hev, ya ku mirov ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bibêje ev e: heta Barzanî anektoda xwe biguhere û bibêje, “erê ev dikana Tirkan e, ev jî dikana Tirkan e, ev jî hotela wan e. Lê em ya Kurdan nadin bi ya Tirkan û hûn jî şirketên we jî neçar in rêzê ji berjewendiyên Kurd re bigirin” divê rêxistin, partî, kesayet û xelkê Kurdistanê zextê li PDK, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Nêçîrvan û Mesûd Barzanî bike.