Dildarekî çand û xemlê: Ez gelekî ji kel û pelên çandî hez dikim. Gelek ji van tiştan nayên firotin. Weke yek ji wan torên ku min ji penaberekî Kobanê kiriye, ez nafiroşim. Min bi vê dikanê parastina hinek tiştan kiriye.
FIRIŞTE MIHEMED / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Li bajarê Silêmaniyê dikandarek karê kirrîn û firotina berhemên kevnar dike. Dîzayna dikana wî bi awayekî Kurdewarî hatiye kirin. Herwiha di nava vê dikanê de gelek sembolên baweriyên cuda jî hene. Xwediyê dikanê Zêwer dibêje, heger civakek xwedî li çanda xwe dernekeve, ew ê tine bibe.
Şiwan Mehmûd Zêwer neviyê helbestvanê Kurd yê bi navê Zêwer e. Şiwanî li Musilê beşa biyolojiyê qedandiye. Ev 11 sal in di bazara bajarê Silêmaniyê ya li taxa Mewlewî de karê komkirin û firotina berhemên kevnar yê hemû baweriyan dike. Her wiha pirraniya van berheman jî ji çar parçeyên Kurdistanê hatine komkirin. Ew dikan ji dikanên din wekî din ji ber tiştekî din jî cihê ye, berhem û sembolên baweriyên cuda lê hene. Li gorî wî, ji bo civakê kel û pelên foklorî pirr bi nirx in.
Sîdhatra jî heye
Şiwan Mehmûd Zêwer li ser dikana xwe û kel û pelên gelêrî dibêje: “Di nava dikana min de tabletên ku ji qumaş çêkirî ne û li ser wan ayetên qûranê hatine nivîsandin, hene ku ew jî sembola baweriya olê Îslamê ye. Sembola Mesîhiyan ku Xaç e, ew jî di nava dikana min de heye. Yek ji sembola herî pîroz û girîng ya baweriya Êzîdiyan Ferwher ji heye. Girêdayî baweriya Buda tiştek li Herêma Kurdistanê nîne. Lê peykerê Sîdharta Goatma ku yek ji kesayetên herî pîroz ê baweriya ola Buda ye, peykerê wî ji li dikana min heye.”
Ji derveyî sembolên baweriyan, gelek peykerên cuda jî li dikanê hene, yên weke peykerên Hamurabî, Paşa Babilyon, Sargon, Paşayê Akadiyan û Godiya, paşayê Lagiş û gelek peykerên din.
Tizbiyên ber dilê wî
Şiwan Mehmûd Zêwer li ser girîngî û buhayê van berheman dibêje, “Buhayê her peykerê ji bawerî û pêkhateyê cuda ku gelek tên firotin, ji 3 hezar dînaran des pê dike heta 100 hezarî jî diçe.”
Şiwan Mehmûd Zêwer li ser kel û pelên çandî dibêje, ew herî zêde girîngiyê dide tizbiyan: “Buhayê tizbiyan ji 3 hezar dînaran des pê dike, û yên ku buhayê wan 20 hezar dolar jî hene.”
Pereyê hemû serdemên Iraqê
Zêwer, diyar dike ku gelek cûreyên pereyê Iraqî li dikana wî hene û wiha pêde çû: “Ji derveyî pereyê Siwîsrî, pereyê hemû serdemên Iraqê di nava dikanê de hene, weke pereyên ser dema Ebasî, Emewî, Şah Feyselê Yekem û Dûwem, Malîk Xazî û pereyên serdema Ebdulkerîm Qasim ji hene. Ev pereyên hanê weke albûmeke wêneyan min arşîv kiriye, û min gelek albûm jî firotine.”
Her tişt ne ji firotinê re ye
Şiwan Mehmûd Zêwer dibêje, ew her tiştê li dikana xwe nafiroşe û wiha dewam dike: “Gelek ji berhem û kel û pelên civaka Kurdî ku weke Xencer, çenteyê bi dest hatine çêkirin ku yek ji kel û pelên çanda Kurdewariyê ye û gelêrî ye. Ez gelekî ji kel û pelên çandî hez dikim. Gelek ji van tiştan nayên firotin. Weke yek ji wan torên ku min ji penaberekî Kobanê kiriye, ez nafiroşim.”
Zêwer herî dawî wiha diaive: “Dijminê gelê Kurd herdem bi kuştin, qirrkirin û enfala xwestine çanda Kurdan asîmîle û tine bikin. Min bi vê dikanê parastina hinek tiştan kiriye. Ger civakek xwedî li çanda xwe dernekeve, wê tine bibe.”