Welatî bêtir diçin dan û stendina xwe ji marketên mezin dikin û êdî dikandarên tax û kolanan nikarin firotinê bikin. Her rojê ku marketên mezin vedibin, bandorekî neyînî li ser esnafê piçûk dike. Marketên mezin ji ber ku bi şirketên taybet ango li ser şexsekî bi hev re girêdayîne, rê li pêş esnafên biçûk digirin û hemû qada bazirganiyê dixin bin destê xwe. Marketên mezin ji bo hemû mirovan bixwe ve girê bide, pêwîstiyên mirovahî yên sereke tevahî li cem xwe vedihewîne û buhayê alavan li gorî xwe lê dike. Esnafên piçûk jî, ji ber ku betal dimînin û karê wan hatiye asta sekinandinê ji vê rewşê gazincan dikin. Tê zanîn ku esnafê piçûk ji hêla aborî ve di nav tengasiye dene.


Eleqeya ji bo marketan

Ethem Polat jî li Wanê esnafekî piçû e. Polat li taxa Valî Mîthat Bey, 7 salin bazara nûjen ya zebzeyê dike. Polat, li ser rewşa esnafên piçûk rawestiya û wiha got: “Esnafê mezin esnafê piçûk dikûjin. Esnafên biçûk û marketên tiştên xwe ji eynî cîhekî peyda dikin. Lê ji marketên piçûk erzantir difiroşin." Polat, ani ziman ku ji ber vê yekê karê esnafê piçûk jî roj bi roj kêm dibe û esnafên biçûk betal dimînni." 


Em li sala çû digerin
Polat, destnîşan kir ku kampanyayê erzaniyê ya marketên mezin taybetî li karê wan bandoreke neyîni dike û wiha axivî: “Mînak hefteyê carekî kampanyayê erzaniyê çêdikin. Gel jî êdî li bende enzaniyê ye. Roja erzaniyê her kes diçe marketên mezin û ji wir dan û stendinê dike. Ji ber vê erzaniyê êdî em nikarin malê xwe bifiroşin û em betal dimînin. Em her sal xweziya xwe bi salek berê tînin."

Marketên mezin ên kapîtal

Dikardarê 50 sali Fikret Karaman jî li bazarê hem mêwe difiroşe û hem jî li dikanê dinêre. Karaman, ani ziman ku nêzî 20 salin mêweyan difiroşe wiha got: “Ez portakalê bi 75 quruşê difiroşim, lê marketên mezin bi 50 quruşê difiroşe. Ez kîloya îsotê 5 lîreyan, market bi 4 lîreyan difiroşe. Ji ber ku ew bi erzanî difiroşin welati diçin cem wan dikirin. Ji ber ku wê hemû tiştî bi hevre difiroşin, ji malekî zerarê bike, ji malê din kar dike û ji bo wan ne xem e. Esnafên biçûk dikevin bin bandora wê. Marketên mezin pir nêzî esnafê piçûkin cih vedikin. Rê li pêş dikanên biçûk digirin û hemû muşteriyên wan dikişînin cem xwe. Ji ber ve yekê divê marketên mezin li dervê bajar bên vekgirin."

Li vir kar tune

Li heman bazarê mêwefiroş Cumhur Polat ê 45 salî jî nerazibûnên xwe yên li hemberî marketan anîn ziman û wiha got: “Kesek li vir nikare tiştek bifiroşe. Li vir kar tune. Pir caran esnaf sîfteh jî nake. Tişt nayên firotin. Ji ber ku em fêkî û mêwe nafiroşin xera dibe û em davêjin. 15 salin ez il vir mêweyan difiroşim. Marketên mezin gelek caran kampanyayê erzaniyê dikin û hemû malê me di destê me de xera dibe. Ji ber ku ew dewlemend in dikarin erzan bifiroşin. Lê em nikarin kampanya çêkin. Erzaqa hemû ji me erzantir difiroşin. Ev jî karê me ne baş dike û em mexdur dibin.” 

DÎHA/WAN