Cîhat Ekîncî: Me senaryo li gorî qewimînên em bi wan re rû bi rû dimînin, ji nû ve li hev anî û hin guherîn tê de çêkirin. Di vê lîstikê de pirr diyalog tine ne. Mîzansen bêhtir e.

YASÎN KOBULAN / MA / STENBOL

Filma komêdiyê "Dîktatorê Mezin" ê Charlie Chaplin, êdî bi Kurdî li ser dika şanoya Kurdî ye. Wê şano bi navê "Tenê Ez" ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve were pêşandan.

Ev filma Charlie Chaplin a rengîn û bi deng a bi navê "Dîktatorê Mezin" sala 1939´an weke rexneyekê li Nasyonal Sosyalîzma Elmanya û bêdengiya dinyayê hatibû çêkirin. Di filmê de tevî Paulette Goddard di rola sereke Charlie Chaplin jî hebû ku di heman demê de derhênerê filmê bû. Axir, mizgînî ji bo Kurdên dildarê huner ew e ku adaptasyonake filmê êdî bi Kurdî wê li ser dika şanoyê be.

Dîktatorekî mezin heye

Kî bi vî karî rabûye? Teatra Jiyana Nû xwe daye ber vî barî û di 30'yê Mijdarê û 1'ê Kanûnê de li ser dika Mezopotamya Sahneyê wê vê lîstikê nîşandan. Lîstikvanê Teatra Jiyana Nû, Cîhat Ekîncî, li ser lîstikê û tercîha xwe ya ji bo adaptasyona li şanoyê ya filmê peyivî.

Cîhat Ekîncî got, ji ber ku filma Dîktatorê Mezin ji bo roja îro jî lê ye, wan xwestiye wê li şanoyê bînin. Ekîncî destnîşan kir ku li Tirkiye û cîhanê faşîzm û nîjadperestî dîsa rû daye û got, "Ji ber ku ev film teqabulî pêvajoya heyî dike, me xwest em tiştekî wisa bikin."

Ne diyalog lê mizansen

Ekîncî, da zanîn ku demeke dirêj ew li ser senaryoyê hûr bûne û wiha peyivî: "Me senaryo li gorî qewimînên em bi wan re rû bi rû dimînin, ji nû ve li hev anî û hin guherîn tê de çêkirin. Di vê lîstikê de pirr diyalog tine ne. Mîzansen bêhtir e. Li gorî lîstika Bêrûyê, di vê de ji têgînên wekî kapîtalîzm, sosyalîzmê bêhtir, têgînên gel bêhtir in." Ekîncî, anî ziman ku 5 lîstikvan wê di lîstikê de bi rolên xwe rabin û li ser dikê her lîstikvanek xwedî karakterekî ye.

 Ew jî ya xwe bi şanoyê dibêjin

Ekîncî, anî ziman ku ew şanogerên Kurd di pêvajoyeke wisa de bi şanoyê gotina xwe dibêjin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêleke ecêb a vê senaryoyê heye. Wexta Charlie Chaplin ev nivîsandibû, wê demê Hîtler pirr ne li pêş bû û faşîzmê pirr rû nedabû. Senaryo di 1936-37'an de hatiye nivîsandin. Belê Cihû bi komkujiyan re rû bi rû mane, lê wê çaxê hîna kampên cihûyan tine bûne. Di vir de pêşbîniya huner derdikeve holê. Me jî xwest em di pêvajoyeke wisa de tiştekî bibêjin. Ev tenê li Tirkiyeyê naqewime li tevahiya cihanê pêvajoyeke nijadperestiyê heye. Divê huner bi paş ve gavê neavêje û gotina xwe bibêje."