Piştî ku dîktatorê Sûdanê Omer El Başîr bi zexta gel îstifa kir, Servîsên Îstîxbaratê û Ewlekariyê ragihand ku girtiyên siyasî hemû wê bên berdan.
Piştî çalakiyên protestoyî yên li Sûdanê ku bi mehan e didomin, Omer El Başîr ê ku 30 sal in desthilatdar e, neçar ma îstifa bike. Servîsên Îstîxbaratê û Ewlekariya Navxweyî jî ragihand, girtiyên siyasî hemû wê bên berdan.
Televîzyona neteweyî bernameyên xwe yên roja Pêncşemê betal kir û cih da xwepêşandanên kêfxweşiyê yên gel.
Serokê Fermandariya Giştî Kemal Abdulmarûf ê ku ji girtina El Başîr û rayedarên din ên rejîmê berpirsiyar e, got, ew ê li gorî berpirsyariya xwe ya parastina welatiyan tevbigere.
Çalakgerên ku bi rojan e li ber biryargeha hêzên leşkerî ya li paytext Xertûmê kom dibin, dirûşmên “Rejîm têk çû, rejîm têk çû, Şoreş” gotin. Sûdaniyan kêfxweşiya xwe li ser medya civakî jî nîşan da.
Yekîneyên artêşê, li gelek kolanên paytextê bi cih bûn. Serê sibehê jî doh, yekîneyên leşkerî avêtin ser navendên Tevgera Îslamî ku baskê îdeolojîk ê partiya Kongreya Neteweyî ya Omer El Başîr e. Eskeriyê El Başîr jî jki wezîfeyê dûr xist û girt.
Ji roja Şemiyê ve rêxistina herî xurt a îstîxbaratê ya Sûdanê, gelek caran hewl da çalakgeran belav bike. Bombeyên gazê bi kar anîn, lê encam negirt. Roja sêşemê, 6 jê endamên hêzên ewlekariyê 11 kes di dema xwepêşandanên li paytextê de mirin. Ji meha Kanûnê ve zêdeyî 50 kesî mirine.
XERTÛM