TARIQHEMO

Li Sûdanê pêla xwepêşandan û nerazîbûnê li dijî desthilatdariya eskerî ya Omer Hesen Al Başîr her ku diçe xurtir û berfirehtir dibe. Ev 5 meh in ku gelê Sûdanê li tevahiya herem û wilayetên welat bi şêweyê xwepêşandan û mîtîngan li dijî siyaseta hikûmetê ya aborî û rêvebiriyê di nava liv û tevgerê de ye. Ev nerazîbûnê, ya esas, wek reaksiyonekê li ser rewşa aborî û xezaniyê berz bûn, lê niha ew bi xwesteka îstîfakirina Al Başîr û tevahiya rejîma wî radibin.

Hêzên îstîxbarat û artêşê heta niha şideteke mezin li himberî xwepêşanderên destvala bi kar anîne. Di encama bikaranîna şidetê de bi sedan mirov hatine kuştin, bi sedan jî birîndar bûne. Al Başîr û rejîma xwe li dijî xwestekên vê tevgera sivîl ya dijber bi tundî radiwestin û di warê “çareseriya bi rêya şidetê” bi isar in.

Omer Hesen Al Başîr ê ku di sala 1944´an de ji dayik bûye, ev 29 sal in ku bi rêya darbeyeke eskerî desthilatdariyê li Sûdanê dike, ya ku yek ji mezintirîn welatên Efrîkayê ye û serjimara wê nêzî 40 milyonî ye. Al Başîr di sala 1989´an de bi rêya darbeyeke eskerî li dijî hikûmeta Al Sadiq Al Mahdî ya hilbijartî bû desthilatdar. Ji wê demê, heta roja me ya îro, ew bi şêweyekî eskerî vî welatî bi rê ve dibe. Al Başîr ji aliyê Dadgeha Laheyê (Den Haag) ve ji ber kiryarên li Darfûrê hatine kirin, wek “kesê sûc li hemberî mirovayetiyê kiriye” tê dîtin û ji sala 2009´an ve biryara girtinê der heqê wî de derketiye.

Di sala 2013´an de û di çarçoveya qaşo “Buhara Ereban” de gelê Sûdanê li dijî desthilatdariya Al Başîr dest bi xwepêşandanan kir. Li dijî van xwepêşandanan hêz û dijwarî hatin bikarînin û di encamê de bi qasî 200 kesî mirin. Al Başîr ji bo vê kirîzê gav bike, soza xwevekişîna ji siyasetê da û diyar kir, ku ew ê ji bo hilbijartinên sala 2015´an nebe namzet. Lê ew xwedî li van sozên xwe derneket û siyaseta xwe ya berê bi heman şêweyî dewam kir.

Di xwepêşandanên sala 2013´an û yên 2018 û 2019´an de, artêşa Sûdanê aliyê Al Başîr digire. Di daxuyaniya serkêşiya artêşê de ev pêla nerazîbûn û xwepêşandanan wek “pîlaneke li derve hatiye sazkirin” tê bilêvkirin. Hemû xwestekên milet tên piştguhkirin û di rêya bikaranîna dijwarî û şidetê de israr heye. Al Başîr, her weha nakokiyên civakî û dijberiyên eşîretî ji bo dewama rejîma xwe bi kar tîne. Ew bi rêya dayina hin post û destketiyên aborî û siyasî ji bo hin eşîrên mezin yên welat, endamên van eşîran bi xwe ve girêdide û wan li dijî xwepêşandêran dide bikaranîn.

Tevî hemû xwestekên muxalefetê, ku Al Başîr hilbijartinên pêşwext ragihîne û dawî li bikaranîna dijwarî û şidetê li hemberî milet bîne, hin reformên aborî yên lezgîn ragihîne, lê dîsa jî Al Başîr ji ser ya xwe venagere û her gaveke di vî warî de wek “xwepaşvekişandinekê” li hemberî liva gelêrî ya li dijî rejîma xwe dibîne. Di vê hizrê de serkêşiya artêşê jî bi wî re hemfikr e. Al Başîr di van salên dirêj yên li ser desthilatdariya Sûdanê de, dikarîbû sîstemeke olîgarşîk ku ji esker, eşîr û kesayetiyên siyasî, aborî û çandî pêk tê, ku xwedî berjewendî û hizûr in, ava bike. Ev sîstem ji himberî Al Başîr dilsoz e, û ya wî bi ser ya Sûdanê wek welat û wek gel digire. Ev yek Al Başîr xurt dike û pêla sivîl ya gel li hemberî wî qels û bêbandor dike.

Destûbiratiya Al Başîr û Erdogan

Helwêsta welatên Ereban di vê kirîzê de ji hev cûda ne. Ji bo Misr rewşa Sûdanê gelekî girîng e. Qahîre alîgerê aramî û çareseriya navxweyî ye. Erebistana Suûdî û Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî li dijî rejîma Xertûmê ne û Al Başîr wek serkêşekî rêxsitina Birayên Misliman dibînin, berovajî Qeter ya ku destekê dide rejîma wî. Ev helwêstên cuda di şêweyê rahiştina bûyerên Sûdanê ji aliyê alavên ragihandinê yên Ereb jî diyar dibe.

Dewleta Tirk jî hewl dide rejîma Al Başîr li ser lingan bihêle. Hikûmeta AKP/MHP´ê Al Başîr mîna hevalbendekî xwe dibîne. Ji dema ku nerazîbûna gelê Sûdanê li dijî Al Başîr bilind bûye, AKP/ MHP´ê lez daye peywendî û têkiliyên xwe yên aborî û eskerî bi vî diktatorê ku gelê xwe dikuje. Enqere, girava (Sewakin) ya li Deriya Sor kirê kiriye û ji bo çavdêriya li ser heremê, bi taybetî li dijî Misr û Erebistana Suûdiyê, wek nuqteyeke eskerî û îstîxbaratê bi kar tîne. Her weha têkilî di warên aborî de jî bi pêş ve diçin. Di rojên derbasbûyî de cîgirê Erdogan, Fuad Aktay li Xertûmê bû û bi Al Başîr re hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de gelek peyman û lihevkirinên aborî û eskerî hatin îmzekirin.

Rejîma AKP/ MHP´ê li rejîma eskertar a Al Başîr wek mîna beşek ji rêxsitina navneteweyî ya Biryarên Misilman dinihêre û li ser bingeheke îdeolojîk tevdigere. Li ser vî esasî têkiliyên siyasî, aborî û eskerî jî tên bipêşvexistin. Ev mudaxeleya li rewşa Sûdanê ji aliyê Misr, Suûdî û Mîrgehên Ereb ve rastî nerazîbûnê tê. Jixwe, di navbera Erdogan û Al Başîr de jî peywendiyên zindî hene. Li gorî hin agahiyan “xeteke sor” di navbera her 2 kesan de heye û Erdogan “şîretan” li Al Başîr dike û rêya “têkbirina xwesteka gel” jê re diyar dike!

Rejîma Al Başîr li Sûdanê û ya Erdogan li Tirkiyeyê “meclîseke hevkariya stratejîk” ava kirine. Tê payîn ku ev meclîs bi serkêşiya her 2 kesan dawiya vê salê bicive. Jixwe, ev meclîs dawiya sala 2018´an li Xertûmê civiyabû û Erdogan û hevalê wî Al Başîr bi qasî 22 peyman (hin ji wan naverokên wan nehatin eşkerekirin) îmze kiribûn,.

Xwepêşandan li hemberî avahiya biryargeha Artêşê hîna dewam dikin. Li gorî agahiyên dawî, gelek kuştî û birîndar hene. Hêzên îstîxbarat û artêşê bi dijwarî li hemberî gel tevdigerin. Gelê Sûdanê ji desthilatdariya Al Başîr bêzar bûye û dixwaze bi rêyên aştîyane û siyasî dawî li vî diktatorî bîne. Al Başîr jî bi hemû hêza xwe li dijî gel radiweste û têkilyên xwe li hundir û derve ji bo dewama rejîma xwe û têkbirina vîna azadî û demokrasiya gelê Sûdanê bi kar tîne, lê wiha xuya ye ku ev xwepêşandan wê zû neqedin û têk neçin. Jixwe, her ku kuştiyekî nû li ser destê rejîma Al Başîr dikeve, ev pêl zêdetir dibe û li tevahiya heremên welat belav dibe.