Piştî ku Minbic rizgar bû, bi dehan keç û xortên Minbicî tevlî nava refên QSD û YPG/YPJ'ê bûn. Yek ji van jî Şîrîn Minbic e, ku ji taxa Esediye ya Minbicê ye. Piştî ku taxa Esediye hate rizgarkirin Şîrîn Minbic biryarê dide tevlî nava refên têkoşînê bibe. Şîrîn Minbic destnîşan dike, ku li ku derê şerekî azadiyê hebe, ew dixwaze li wir be.

Şîrîn Minbic, ku diya wê Kurd, bavê wê Ereb e, ji bo sedema herî girîng a biryara tevlîbûna li nava refên YPJ'ê dibêje, "Cara yekemîn min dît, ku hin mirov ji bo mirovên din şer dikin û canê xwe didin." Minbic diyar dike, ku vê rewşê hêz û hêviyeke gelekî mezin daye wê û tîne ziman ku ew jî êdî jiyana xwe gorî kêfxweşî û azadiya mirovên din dike. Şîrîn Minbic dide zanîn, ku ji ber vê yekê bi israr xwestiye tevlî pêngava Reqayê bibe û dibêje, "Ji ber ku ez gelekî baş wan fêhm dikim, ku di nava şert û mercên dîlgirtinê de jiyaneke çawa dijîn û dema azad bibin, wê hesteke çawa bijîn."

Ji bo jiyaneke azad

Şîrîn Minbic li nava refên YPJ'ê niha bi çeka xwe ya doçka berê xwe dide Reqayê. Bi kêfxweşiyeke mezin dikeve her gund û gundikê ji çeteyên DAIŞ'ê tên rizgarkirin. Dibêje, "Em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û jiyaneke azad û nû li ava bikin." Minbic destnîşan dike, weke jinekê ji ber ku di nava vê pêngavê de cih digire, ew gelekî kêfxweş e.

Bi çeka xwe ya doçka Şîrîn dibêje, "Ji niha ve xewn û xeyala rojên azad ên keç û jinên Reqayê tên ber çavên min."


SÎNAN DENÎZ / ANF / REQA