Em çima kêm tiştên li ser Leyla Bedirxanê dizanin? Yanî, tevî ku malbata wê di nava civaka Kurd de xwedî hêz û tesîreke mezin e jî, weke ku Leyla Bedirxan di nava tevna têkiliyên newekhev de hatibe veşartin.

DÎLAN KARACADAĞ

Muzîkjeniya jinan û mêran ne di heman şert û mercan de ye. Serpêhatiya Eyşe Şanê jixwe ji bo vê şahidiyeke herî darîçav e. Ji bo jineke perkusyûnîst, li şuna pesindanê tu rabî bibêjî, “weke mêran lê dixe” yan jî ji vê û wêde bi gotinên “Tu jin î, destên te piçûk, zendên te zirav in, tu nikarî lêxê” behremendiya wê mandel bikî, ev pirsgirêkeke cidî ya cinisiyetparêziya civakî ye ku xwe li meydana muzîkê jî dide der. Dîlan Yeşîlyaprak beramberî vê dibêje, “ez li vir im, ez heme”. Perkusyonîst Dîlan Yeşilyaprak ji bo vê cudakeriya cinsî jî dibêje, “Bêdewletbûn li ber min ji bo îcrakirina muzîka Kurdî yek ji astengan e, lê jinbûn astengeke ji vê jî mezintir e.”

Te kengê dest bi perkusyonê kir?

Bi muzîkê re têkiliya min 12 salî bi tembûrê dest pê kir. Herçî perkusyon e, xasma li zanîngehê min serê xwe pê êşand. Bi lêxistinên destdana sazekê li ber çavên min li gorî bi mizrabê lêxistina tembûrê, xurttir bû. Û min jî dixwest xurt bim. Ji ber wê, di dema perwerdeya li konservatuwarê û piştî wê min nexasim dêhn û aqlê xwe da xebatên li ser amûrên perkusyonê.

Ma erbane ne bes bû, îca te ew perkusyon ji ku derxist?

Erbane yan jî def jî sazek e, amûreke perkusyonê ye. Helbet elaqeya min ji bo wê heye. Jixwe, di muzîka Kurdî ya ji rêûresmê de jî em pirr dibînin û yên îcra dikin jî, gelek ji wan jin in. Ji ber ku Mêrdînî me jî ne mumkin bû ez xwe jê dûr bikim.

Niha tu bi çi dadikevî, bi kê re dixebitî?

Beriya vîrusa koronayê her tiştî serûbinîhev bike, min debara xwe bi performansan dikir. Yanî para bêhtir li ser dikê û performansên zindî. Ji bo misogerkirina vê, demeke dirêj lazim bû. Weke gelek sektoran, sektora muzîkê jî xwediyê bazareke hov e. Ji bo ku para xwe jê bigirim, ez gelekî têkoşiyam. Li aliyekî ji bo debara xwe bikim bêyî ku kêfa min jê re bê beşdarî hin çalakiyan bûm, li aliyê din ji bo ku muzîka xwe bikim û xwe baştir îfade bikim, min hewl dida meydanê ji xwe re çêkim. Yanî gava ku te rêyek dît ji bo debara xwe bikî, tu nikarî bibêjî, de heydê, em niha muzîkê dikin. Sehne kêm in, alîkariya dewletê hîç nîne. Ev gazina hunermendan a giştî ye, lê ez ji vê gazinan nakim, lewma heta îro min hêviya ti tiştî ji dewletê nekiriye.

   

Ka bi xêra xwe vê mesele weke ku tu ta bi derziyê ve bikî rave bike!

Ez zaro bûm, malbata min gelekî baş ez serwext kirim ku ti dewleta nûneriya me dike, nîne. Ji ber ku ez neçar bûm biçim dibistanê, belgeyeke min a nasnameyê 8 salî çêbû. Jixwe, ne wisa bûya, bavê min wê hîç xwe bi derxistina belgeya nasnameyê nekira. Ez hê jî debara xwe bi muzîkê dikim.

Min li derekê dît, te digot, heger ew mîrata vîrûsa koronayê biqede, ez dixwazim perwerdeya perkusyonê bidim jinan...

Ez li malê dersên perkusyonê online didim. Ez êdî ji vê gelekî jî razî me, pê kêfxweş dibim. Ev cara pêşiyê ez bi vî rengî dersê didim, lê belê zimanê nû yên min çêkirî, peywendî, û li min vegerên pozîtîf, ez gelekî bextewar kirim.

Ku pandemî bi dawî bû karê pêşî yê tu bikî wê bibe çi?

Xewneke min heye; ji bo tevahiya jinên li Stenbolê yên dilê wan heye hînî perkusyonê bibin, ez ê atolyeyeke taybet a perkusyonê çêkim. Atolye hem wê bêpere be û hem jî wê bibe piştgiriyeke nû; “piştgirî...” peyveke pirr xweşkok e, xweziya min bikariya wê li tevahiya jiyana xwe bireşanda... Ew ê tevneke piştgiriyê ji bo jinan çêke. Ji niha ve kela canê min radibe. Ji muzîka ez lêdixim û wê de, bi lodan tişt hene ku dixwazim parve bikim.

Min digot qey, rîtm ne karê her kesî ye. Gelo mirov dikare hînî bibe? Yan na, behremendiyeke taybet jê re divê? Ji bo rîtmeke baş çi divê?

Gava ji derve ve lê dinihêrin, bi xelkê wilo ye, weke ku sazên rîtmên ên herî rehet bin. Ev ecêbeke şaşiyan e. Lê na, ne lazim e tu miroveke taybet bî; nexêr ti behremendî û hêzên me yên di ser ên xelkê re jî nînin. Lê belê, ev heye: rîtm weke pişta muzîkê ye, ji ber wê jî her derba neserketî ya rîtmê, dike ku em ji muzîkê dûr bikevin. Ji ber wê divê mirov weke saetê be. Ev çawa dibe: pirr xebitîn, lêkolîn, gelekî guhdarîkirina muzîkê, her roj temrînkirina bi masûlke û zêhnê mirovî. Ti rêyeke din nîne. Her kesê ku bedena wî destûrê bidiyê dikare li sazekê, amûreke muzîkê bixe. Lê mixabin, karê li malê yê muzîkjenan dikeve ber wê keda xuya nake.

Tu rojane çawa kar dikî?

Ez rojane, herî kêm 2-3 saetan li ser amûran kar dikim. Disîplîn gelekî muhim e. Her roj li gorî amûra xwe em masûlkeyên xwe dixebitînin. Rast e, ez bi karekî jê hez dikim, dilebikim. Em bi rastî jî gelekî dişixulin, bêyî ku ewlehiyeke me ya ji bo siberojê hebe.

Gelo perkusyon li Kurdistanê belav bûye, di çanda Kurdan da cihê wê çi ye?

Muzîka Kurdî di warê pirrengiya rîtmîk de zengîn e. Tevî tesîra muzîka Ereban û Farsan, timî xislet û usluba xwe bi xwe parastiye. Berê tenê teblik, erbane, dahol hatibin bikaranîn jî, îro hema hema hemû sazên perkusyonê di nava muzîka Kurdî de xuya ne. Her nûbûna ez dibînim jî kela canê min gelekî radike. Herçî huner e, divê gelekî bê ceribandin, hilberîn; lazim be em şaşiyan jî bikin, lê pirrengiyê divê em biafirînin. Pêşî em alternatîfan zêde bikin, piştre em dikarin şaşî û rastiyê minaqeşe bikin. Banga min li her kesî ye, bi zimanê xwe ya bi dilê xwe bê tirs xwe îfade bikin. Ne xasim jî her karê bi Kurdî gelekî bi fêde ye. Li şûna ku rexnegirên muzîkê karên nû li bin guhê erdê bixin, bila pêşî kêfa xwe bînin ku straneke din li Kurdî hat zêde kirin. Pêdiviya me gelekî bi vê heye.

Li Kurdistanê perkusyonîst kêm in, çima?

Perkusyonîstên jin ên Kurd kêm in. Ya rastî li dinyayê hemûyî jî li gorî jinên li sazên din dixin, hejmara perkusyonîstan kêm e. Sedem ew zehmetî ne ku li ber jinan in û nahêlin bigihîjin xewn û xeyalên xwe.

Tu behsa kîjan zehmetiyan dikî?

Mesele dibêjin: Perkusyon elaqedarî lêxistinê ye, ji bo lêxistinê qewet divê, ji bo vê jî divê mirov bedenen xurt be; xurtî mêr e, naxwe karê perusyonê yê mêran e. Helbet rêdanbereke tirsnak a civakê jî heye, bi gotinên weke “…Destên te piçûçik in, zendên te ziravik in, keman li jinê tê, ma lêxistin dibe, ev giran in tu nikarî wan hilgirî...” Lodek manîpulasyonên weke van hene. Le belê ez dixwazim xwe bi perkusyonê îfade bikim. Ji bo vê jî ez têra xwe bi rik û bawerî bûm.

Xwedê dizane zehmet bû bi civakê weke jin perkusyonîstiya xwe bidî qebûlkirin...

Diviyabû serê pêşî bihata qebûlkirin ku ez weke jinekê dixebitim û muzîkê dikim. Min hewl da wan qaneh bikim ku ez muzîsyen im. De ka lê bifikire; tu bi salan ji bo muzîkê bikî dixebitî, lê li ser sehnê miameleya dekorê bi te re dikin. Piştre dîtin, ez gelekî dixebitim, hingê jî qaşo pesnê min dan: “Helal be ji te re, tu weke ‘mêran’ lêdixî”. Min got, wey li minê! Dîlan wele tu wê ji vê belayê xilas nebî. Li her aliyî zêhniyeta mêr heye û ez hew didim jê bifilitim. Timî qarewara min e, “ez li vir im, ez jî muzîsyen im.” Bi pesindayîna bi kirinên mêrane hewl didan cinsê min di nava giştiyê de bihelînin, absorbe bikin. Lê belê, ez weke jineke Kurd a muzîsyen bi israr û biryar im nasnameya xwe li naverastê daynim.

Bêdewletbûn yek ji astengên li pêşiya min e ku nahêle ez muzîka Kurdî bikim, lê belê jinbûn weke astenegeke ji vê mezintir kete pêşiya min. Tu xwedî dewlet bî yan jî ne xwedî dewlet bî, gava tu jin bî, ji te re dibêjin, ka tu pêşî xwe bide alî. Malbata Bedirxaniyan di dîroka Kurdan xwedî cihekî girîng e; lê em çima kêm tiştên li ser Leyla Bedirxanê dizanin? Yanî, tevî ku malbata wê di nava civaka Kurd de xwedî hêz û tesîreke mezin e jî, weke ku Leyla Bedirxan di nava tevna têkiliyên newekhev de hatibe veşartin. Li navenda tevahiya sîstemên li dinyayê mêr hene. Ji ber wê jî gava tu xwe li cihekî dijberî sîstemê bi terîf dikî, bi awayekî xweber lazim e cihê te li dijî baviksalariyê be jî. Ya min hewldanek e ku ez weke muzîsyeneke jin a bêdewlet a femînîst li cihê ez lê xuya bim.