HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/GERMIYAN
Xelkê herêma Germiyan li ser girîngiya yekîtiya neteweyî axivî û got, “Rêya herî baş a parastina Kurdistanê yekîtiya neteweyî ye. Ji bo vê jî divê partiyên desthilatdar yên Başûrê Kurdistanê dawî li hevkariya xwe ya li gel dewletên dagirker bîne.”
Yek ji mamostayên herêma Germiyan Newzad Ferhad diyar kir ku parçebûna di nava Kurdan de sedema sereke ya windakirina destketiyên Kurdan e û got; “Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, xala herî bingehîn parastina gelê Kurd e. Lidarxistina kongreya neteweyî û pêkhatina yekîtiyê wê hêzê bide me. Divê partiyên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê dawî li nokeriya ji dewletên Tirkiye û Îranê re bînin.”
Ziman, ax û azadiya xwe biparêzin
Endama Rêxistan WADÎ ya Elmanî, Leyla Ehmed jî got, “Heger em yekîtiya xwe çênekin, em ê ziman, ax û azadiya xwe ji dest bidin. Pirsgirêkên niha di nava hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de dilê dijminê gelê Kurd xweş dike.”
Bûne dostên dewleta Tirk
Welatiyê bi navê Goran Cewad jî diyar kir ku sedema rewşa Kurd tê de, parçebûn e û got; “Dewleta Tirk li ber çavê hemû cihanê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Li şûna ku partiyên Başûrê Kurdistan fikra alikariya Rojava û parastina Başûrê Kurdistan bikin, bûne dostên dewleta Tirk û li gorî planên wê tevdigerin.”