Şevê din sê kes di televzyoneke Tirkan de li ser rewşa dawî ya Tirkiyê dipeyvîn. Yek ji wan kurd bû û hemû bê mafiyên ku li kurdan dibin digotin. Bi tûndî li dijî wan derdiket û polîtikayên dewletê rexnedikirin. Yekî din jî digot, “ez jî kurd im.” Lê di her peyva xwe de pesnê serokdewletê Tirk Receb Teyîp Erdogan dida û ji hemû xirabiyên ku li Kurdistanê di bin re bihaneyek didît. Her cara ku dora axaftinê dihata wî bi pesne Erdogan dest bi axaftina xwe dikir û li dijî axaftina yê kurd derdiket. Yekî jî digot, “Ez tirk im.” Yê tirk hew xwe girt û di dawiyê de got. “Bes e, ez tirk im jî, lê ez nikarim weke te kirinên dewletê yên ku li bajarên kurdan kirin û dike biparêzim. Hemû hewildana te ewe ku tu xwe bi dewletê şîrîn bikê. Ez tirk im û ji kirinên dewletê şerm dikim. Lê tu dibêjî ez kurd im û ji van kirinan re bihanan dibînî.”
Guftûgoyên wan du çîrok anîne bîra min. Yek ya rusan a bi navê dîlê serçermkirî û ya din çîroka kurdan a şêxê lingê dijberê Xelîfê îslamê maçkirî.
Çîroka rusan wisa ye, dibêjin berî ku hemû kînyazên (Mîrên) rusan bibin yek, li şerên di navbera kînyazan de herdu aliyan jî dîlên ku digirtin, dikuştin. Pişt re kînyazek dîlên ku digire nakuje û wan ji xwe re dike leşker. Lê berî ku wan bike leşker, serê wan çerm dike. Yanî pêşî çermê serê wan jê dike û pişt re wan dike leşker. Yên di ber çermkirina serê xwe re dimirin jixwe dimirin. Yên ku sax dimînin ji leşkerên wî yên ji gelê wî pirtir xizmeta wî dikin. Bi hemû hêza xwe dixwazin bidin nîşandan ku sadikê kînyazê nû ne. Dê û bavê yekî ji wan serçermkiriyan pê dihesin ku kurê wan li bin kêra serçermkirinê nemiriye û sax e. Diçine gel kînyazê ku kurê wan li gel wî ye û jê dixwazin ku kurê wan bide wan. Kînyaz jî dibêje baş e, ez ê pêşî ji kurê we bipirsim ka ew çi dibêje. Heke xwest bi we re were, ez ê destûrê bidim ku hûn bi xwe re bibin. Kînyaz gazî kurê wan dike û jê re dibêje, dê û bavê te hatine ku te bibin. Tu dixwazî bi wan re herî an li gel min biîslammînî? Kurê serçermkirî dipirse, ez bi wan re herim, pişt re dê çi bibe? Kînyaz dibêje, kînyazê te dê dîsa te bike leşker û hûn ê li dijî me werin şer. Dibe ku em te dîl bigirin û dîsa serê te çerm bikin. Heke tu sax mayî, te bibî leşkerê min û heke tu mirî jî tê bimirî. Kurê serçermkirî şûrê xwe ji qalanê wî dikişîne û dê û bavê xwe dikuje. Ji kînyazê ku serê wî çermkirî re dibêje, diya min jî tu yî, bavê min jî tu yî û kînyazê min jî tu yî.
Ev “kurdên” ku bi dewletên dagîrker re kar dikin, hemû bizava wan ew e ku xwe bi dagîrkeran bidin pejrandin. Ev bi hemû kesên ku xwe dispêrin neyarên xwe re wisa ye. Wisa bêdilovan dibin, dikarin dê û bavê xwe jî bikujin. Di dîroka kurdan de gelek mînak hene ku bira birayên xwe dane girtin û neyaran li ber çavên wan serê birayên wan jêkirine.
Bi vê re jî bi sedan mînakên kesên ku bi zanîn çûne mirinê hene. Kesên wisa çi zehmetî werin pêşiya wan jî, ew her di riya xwe de dimeşin. Çend caran qasidê mirina xwe bibînin jî her bi bawerî ber bi armanca xwe ve diçin. Bi dehan caran feriştê mirinê bibînin jî, ew her tişta ku dizanin raste dikin. Ev rastîzanîn zehmetiya giyandanê bi wan asan dike. Ji bona wê her tirsa mezin biçûk e, her bendîxan rizgarî ye û her mirin jiyan e.
Di wê gufûgoyê de kurdê ku bi wêrekî û bêtirs tevgera kurdan diparêst û kirinên dewletê yek bi yek digotin û rexne dikirin, çîroka şêxê ku lingê dijminê xelîfê îslamê maçkirî anî bîra min.
Ez hê zarok bûm, çîrokeke wisa ji me re digotin. Rojekê şêxek li nav bajêr bi mûrîdên xwe re digere û dibînin ku leşker yekî bi sêdarê ve dadiliqînin. Şêx pirsa tawanê wî dike. “Wî çi kiriye ku hûn wî dikujin?”
Serleşker bersiva şêx dide û dibêje. “Vî li ber fermanên xelîfê îslamê serî rakiribû û bi şûrê xwe serê hemû welatiyên herêmê li ber xwe tewandibû, hemiyan ji tirsan jê re alîkarî dikirin. Heta roja ku hate girtin jî dev ji kirinên xwe berneda. Piştî ku hate girtin jî poşman nebû û dibêje, heke ez careke din werim dinyayê, ez ê dîsa vî karî bikim. Dibêje, ez bawer nakim ku karê dikim karekî xirab be û ji ber wê ez ji vî karî hez dikim.”
Piştî ku şêx vê bersivê digirê, diçe lingên wî maç dike. Mûrîdên şêx hêrs dibin û dibêjin, “Tu çawa diçî lingên yekî ku li dijî xelîfê îslam derketî maç dikî?”
Şêx dibêje, “Ên ku heta vir hêviya xwe winda nekirin û di riya xwe de heta ber sêdarê hatine pêwîst e ku lingên wan were maçkirin.”
Mirovên xwedî bawerî derûniya felsefa wan a jiyanê wisa ye. Zû bi zû hêviya xwe winda nakin û di ti astengiyan de bêhêvî nabin. Ti caran xwe naspêrin bêbaweriyê. Ew kêliya ku tê de çiqasî zehmet û bêhêvî be jî, ew hêviya xwe winda nakin. Li kirinên xwe poşman nabin û xwe nakine pêkenokên derdorên xwe. Mirovên wisa di rojên nexweş de bin jî, pesinê kujerên xwe nadin.