Xelkê navçeya Til Berak ji bo rûreşkirina dagirkeriya dewleta Tirk û Tayîp Erdogan daket meydanan.

Xwepêşandan li ser daxwaza Meclîsa Navçeya Til Berakê li dar xist. Xelkê di xwepêşandana xwe de destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê yên li Efrînê bi tundî şermezar kir.

Xwepêşanderan dirûşmên wekî “Yek e, yek e, gelê Sûriyeyê yek e”, “Hilweşe rêjîma Erdogan”, “Bijî Rêber Ocalan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” gotin û alên YPG, YPJ û QSD’ê bilind kirin.

Di xwepêşandanê de her wiha banga rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û rizgarkirina herêma Efrînê ji destê dagirkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê hate kirin. Xwepêşanderan banga cezakirina rayedarên Tirkiyeyê û çeteyên wê li hemberî destdirêjiyên wan der heqê welatiyên Efrînê de kir.

Ji bo rizgarkirina Efrînê

Di xwepêşandanê de endamê Meclîsa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif axivî û got, “Em bejna xwe li hemberî ruhê şehîdên azadiyê û bi taybet şehîdên Berxwedana Serdemê li Efrînê ditewînin. Em ji navçeya Til Berak dengê xwe bilind dikin û dibêjin em ê li rex welatiyên Efrînê asta têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina Efrînê bilind bikin.”

 

ANHA/QAMIŞLO