Ji ber cihûbûna xwe hat kuştin
Cîgirê Sekreterê Giştî ya Şaredariya Amedê Levent Şensever ew serbilind in ku pêşangehek bi vî rengî li Amedê hatiye vekirin. Şensever, diyar kir ku li erdnîgariya kurdan de jî gelek bûyerên bi vî şiklî hatine jîyîn û ji ber vê yekê jî pêşangehên bi vî rengî pir girîng in. Pişre Seferata Hollandayê ya Tirkiyeyê Robert Visser axaftinek kir û li ser jiyana Anne Frank sekinî. Visser, destnîşan kir ku Frank di rojnivîska xwe de hest, xeyalên xwe yên têkçûyî, bûyerên ku ji serê wê re derbas bûye nivîsandin û wiha got: "Anne di 15 saliya xwe de hat kuştin. Ji ber ku ew cihû bû. Anne, ji bom e sembolek ku tundî, bêdadî û kêmasiyên mafên mirovî yên li vê dinyayê nîşanê me da." Visser, diyar kir ku niha ev sembol digihîje hemû zarokên cîhanê ku mafên wan tên desteserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pêşangeh ji bo hemû mirovan, ji bo hemû sazî û dezgehan û hemû netewan peyamek e da ku ev cîhan ji bo zarok û neviyên me bibe ciyekî çêtir û em pêywira xwe bi cih bînin."
Di pêşangehê de sînevîzyoneke li ser jiyana Anne Frank jî hat pêşandan û paşê bi kokteylekê qediya.
AMED