Mihemed Elî li Goristana Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 14 sal in karê hişyardariyê dike qala serpêhatiya koçberbûna xwe û hişyadariya xwe dike: “Ez ji gundê Şirîş, ji eşîra Ripin a Goyiyan im, ez 67 salî me, ev 14 sal in ez li Goristana Wargehê ya Şehîd Rûstem Cûdî hişyardar im. Tenê tişta me li vê derê li ser lingan disekînîne ew bîr, bawerî û vîna me ye ku em bi rêxistina xwe li pey doza Şehîdên xwe ne.”
ROJNEWS/MEXMÛR