Cihê şanazî û kêvxweşiyê ew e ku ciwanekê dû re fêrê Kurdî be û bi Kurdî binivîse, wê têke zimanê xwe yê jiyanê û xizmeta wî zimanî bike, ew jî di civakekê wekî civaka me ku piranî bi dil ji xwe û rastiya zimanê xwe direve de. Xunav jî keçeke me ya ciwan e, ew dû re fêrê Kurdî bûye, ew kiriye zimanê bîr û hestê xwe û bi Kurdiyeke ciwane dest bi nivisandina helbestan kiriye.
Berhema Xunavê ya yekemîn kurte helbestên ji evîna keçeke berşû ye. Helbestên wê hêvî didin. Dê ewê di pêvajoya salan de di gelek warên wêjeyê de xwe pêşve bibe. Wê  helbestên xwe yên destpêkê di berhema xwe ya bi navê “Dilzîn” de ku bi giranî ji çerekan pêk tên, tomar kiriye.
Ew ji razweriya ciwaniyê bi rêketiye û xebitiye ku bi çarekên bi wate û bi raz hem hestê xwe bîne ziman û hem jî lêbangî li giyana ciwanan bike. Ez li gor destpêkê vê xebata wê serkeftî dibînim û hêvî dikim ku bikane xwe berde kûrahiya helbestê.

Em li vir çend helbestên wê yên bi xweşiya zimanê Kurd lêbangî li giyana me ya dilkesirî û bi aram dike, pêşkêş bikin.
“Ma ev sî
Siya ku li ber dilê min kon vedaye
Dê rojek neçe..”
Nr,4 Rû 4

“Di odeya xwe ya tarî û sar de
 Ez
Tenêtî
û demjimêra dijmin..”
Nr.9 rû 5

“Ew awirên wî yên ji tîrojên rojê germtir
Min hembêz kirin
Min hewandin.. “
Nr.18, rû 9

“Hêvî tirsonek
Hest şermok
Tav xapînok
Tew gidînooo
Roj li vir ne ronî ye…”
Nr.25, rû 11

Ji axa welêt qetîn û ew êşa ji xaka xwe dûrbûnê jî ji bîr nekiriye, wiha dinivîse:
“Em di welatê xwe de bûn pênaber
 Wekî çûkek bêbask
wekî bilbilek bêdeng…”
Nr. 35, rû 15”

Ma jiyan li me dikene, na jiyan ji destê dagirkeran ketiye xeterê, êşa wê li zarok ciwan û kalan jî dide der. Xunav vê wiha tîne ziman:
“Jiyan malkambaxî,
Jiyan ji xwe dûr,
Jiyan belengaz,
Jiyan bêçare…!”
Nr.46, rû 22

Mirov têdigihîje ku rengênrîçala jê hatiye hê lê heye, ango zerdesştî/ êrdayetî. Ew vê bi awayeke zelal tîne ziman.
“Li ser mishefa reş,
Sê telaq û bê fitû,
Ez evîndarê te me”
Nr. 58, rû 26

Rengê fîlozofiyê jî ji bîrnake:
“Got: Çavên min li axê dinêrin…!
Min jî got: Xem nake!
Çavên min jî, li çavên te …! “
Nr.69, rû 33

“Tu tune bî,
 Peyv jî tune…
Govenda peyvan jî tune,
Kûrahiya evînêjî…!”
 Nr.76, rû 37

“Ev jiyan lîstik,
Ev xewn û xeyal pêlîstok,
Em tê de xerîbê jiyana xwe…”
Nr.82, rû 39

Bêgûman xweza bala evîndara dikişîne, lê çavên evîdar/ê girîngtir e.
“Îro hewa xweş,
Zerya wekî keskesork,
Rengê jiyanê hembêzkirî,
Lê hîn jî, ne wekî çavên te…!”
Nr.9, rû 42

Hêvî tim heye, hêviya gîhîştina dilê yar/ê
“Ji paxilên şevên derewîn direvim,
Û difilitim,
Veke deriyê dilê xwe;
Ez hatim…! “
Nr.103, rû.50

Carna jî hêvî nemîne dil dixeyîde.
“Îro min dev ji xwe berda,
Belkî jî do bû,
Ez nema dizanim!”
Nr. 127, rû 62

Mirov di helbestên wê de têdigihîje ku hê di destpêkê de ye. Baweriya min ew e ku ew di dema pêş de hê bi awayeke xwirtir derkeve pêşberê xwenêran.

Nasnama berhemê:
Nav : Dilzîn (helbest)
Helbestvan : Xunav Altun
 Bergê pêşîyê: Kesekê li xiyabanekê darînê di bin baran û rengê payîzê de diçe.
Berhem bi giştî: 64 rûpel in
Weşan: Weşanên Ar cotmeh 2012 / Stembol
Xwestin: ar. wesan@hotmail.com

Têbinî: Roja 23 Tebaxê daweta wê bû. Ez ji wê û ji Akif re bextewarî û kamraniyeke her û her li hev germ dibe daxwaz dikim.