Park û baxçeyên li navenda bajêr li gel ku ne li cihê şer bû jî hatine tunekirin.

Li bajarê ku 8 tax bi temamî hatine tinekirin qada jiyanê nîn e. Taxên ku hatine tinekirin ev in: Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Ismetpaşa, Cumhuriyet, Aydinlikevler, Dîcle, Bahçelîevler, Yenî Mahalle.

Wekî dî, li taxên ku hatine kavilkirin rûpelên Quranê yên qetiyayî hene.

Li destpêka bajêr gel ketiye dorê. Şirnexê pêşî hewl didin ku taxên xwe bibînin û piştre jî hewl didin ku malên xwe bibînin. Hilweşandin pir mezin e û hê jî berdewam dike. 


 ŞIRNEX