Di Kongreya Yekîtiya Star de ku cara 3´yan di pêvajoya şoreşê de li xaka Rojava hat lidarxistin ya ku bal kişand ser xwe rengîniya pêkhateyan bû. Jin danê sibehê bi kincên xwe yên herêmî yên rengîn tên salona Aram-Tîgran û cihê xwe li salonê digirin. Tevî jinên Kurd, jinên Asûrî, Suryanî, Ereb, Ermenî û Filîstînî jî di kongreyê de amade bûn.

Tevî vê dewlemendiyê jî dibihîzim, ku di kongreyê de dîsa kêmaniyek heye... Ji ber êrîş û polîtîkayên dewletên serdest û PDK'ê, jinên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, jinên ji Kantona Efrînê nikarin tevlî kongreyê bibin. Jinên beşdar dibêjin, bi vê kongreyê re em dixwazin ezmûnên xwe yên li her çar parçeyan bi hev re parve bikin, lewma gelekî bi hêrs in. Bala kongreyê li ser Efrîn, Şedadê û Bakurê Kurdistanê ye. 

Bi axaftina vekirinê ya kongreyê, di çarçoveya rojeva diyarkirî de nîqaş dest pê dikin. Jin di çarçoveya rewşa siyasî de; rewşa li Sûriyeyê, komkujiyên bi destê çeteyên DAIŞ'ê, sîstema xwe, û rê û rêbaza derketina ji nava krîza Sûriyeyê, nîqaş dikin. Piştre xebatên 2 salan ên Yekîtiya Star tên nirxandin. Nîqaş jî mîna xeml û rewşa beşdaran, rengîn e. Her kes li gorî pêwîstiyên nasnameya xwe, tevlî nîqaşan dibe. Karên hatine kirin tên bilêvkirin, lê têrker nayên dîtin. Jixwe nîqaşên tên kirin û biryarên tên wergirtin, ji bo lêgerîn û hewldaneke hîn baştir in.

Kongre li gorî ruh û pêkhateyên xwe, biryarên girîng werdigire û bi dawî dibe. Tespît tê kirin ku rizgariya ji krîza li Sûriyeyê bi Sûriyeya Federal a Demokratîk dibe û ev yek jî bi pêşengiya jinê pêkan e. Di vî warî de biryar tên girtin. Beriya her tiştî jî, li gorî pêwîstiya rêxistinbûyîna bi rengê sîstemê biryar tê dayîn ku xwe bi rengê Kongreyê bi rêxistin bikin.


BÊRÎTAN SARYA/ANF / QAMIŞLO