Li Amed, Mûş, Çewlîk û Bedlîsê îsal zivistan gelek dijwar derbas bû. Li çiyayên van bajaran heta 6 metroyan berf ket. Ji ber berfa zêde darên fêkî, daristan, rez û xetên ceryanê zerarke mezin dît. Şertên zivistanê yên dijwar bandorek xeter li ser jiyana gundan kir. Welatiyên gundê wan di bin berfê de ma û bi mehan di gund û malên xwe de hatin hepskirin xwestin berî her tiştî pirsgirêkên rê, pira û ceyranê bê çareserkirin.
Bajarên Amed, Mûş, Çewlîk, Bedlîs û gelek bajarên serhedê îsal zivistaneke gelek dijwar li peş xwe hişt. Riyên çoltaran ên dihatin navçeyan û navendê bi mehan girtî man. Riyên gundan an tu caran nehatin vekirin an jî ji bo çend saetan hatin vekirin û pişt re ji ber bahozê çareke din hatin girtin. Welatî wekî salên borî li gundên xwe asê man û têkiliya wan a bi bajêr ve qut bû. Bi mehan welatî di malê xwe de asê man. Li gelek bajar û navçeyên çiyayî heta 6 metroyan berf ket. Li gelek gund û navçeyan axurên sewalan û malên welatiyan di bin berfê de man û hilweşiyan. Ji ber berfa zêde xetên ceyranê, rê û pira xera bûn. Gelek dar û berên team û fekî şikestin û talan bûn. 


Biharê rastî ronî kir
Piştî berf hiliya, wêranbûna xwezayê jî hêdî hêdî rûda. Hilîna berfa li gundên di navbera navçeya Pasur a Amedê û Mûşê de dest pê kir. Bi hilîna berfê re çiya, newal û xweza reşbelek bû. Di demsala zivistanê de ji ber berfa zêde gelek caran aşût pêk hat. Piştî aşûtan gelek dahl û rez, dar û devî di bin aşutê de man û talan bûn. Gundê Eskar yê navçeya Pasurê ji van gundiyan yek e. Ji ber berfê darên gwîz, sêv, hirmî, mişmiş û xoxan hemû şikestin. Bi hilina berfa geleyan jî kanû û rûbar der bûn û hêle hêla wan jî mirovan serbest dike.

'Em bi mirinê re rû bi rû dimînin'
Gundiyan, diyar kirin ku yekemîn care rastî zivistaneke wisa tên û sewalên xwe bi zorê bi biharê re gihandin. Gundiyan, anîn ziman ku ji ber riyên wan nehatine paqijkirin, ava rubaran zêde dibe sewalên xwe li ser pirên bi destan çêkirin derbas dikin û wiha gotin: "Em her roj bi sewalan re li ser van piran derbas dibin û bi mirinê re rû bi rû dimînin. Pirs saxlem nîn e. Her tim dihijê. Kesê ji pirê bikev xelasbûna wî tuneye. Ji ber ku li ser rubarê gund pir tuneye em 6 mehan vê pirsgirêkê dijîn. Em bi mecburî tiştên xwe li pişta xwe dikin û li ser van piran derbas dibin. Tu çareyên me tunene ne. An dê sewalên me telef bibin an jî em dê mirinê li ber çavan bigirin. Gelek caran ji bo li ser rubar pir bê çêkirin me serî li Qeymeqatiya Pasurê dan lê tu encama me bi dest nexistin. Heke pir bê çêkirin dê barê me sivik bibe. Em dê hem amurên xwe bi wesayîtan bibin û hem jî em dê sewalên xwe derbas bikin. Daxwaza me ew e ku pir bê çêkirin."

'Êdî fêkiyê me çênabe'
Gundiyan da zanîn ku darên fêkî piran an şikestin û an jî ji cih derketin, zivistan dijwar derbaskirin û mehên havî jî ji bo wan dê dijwar derbas bibin. Gundiyan, destnîşan kir ku ew dê saleke bê fêkî derbas bikin.
Zirarên zivistana dijwar tenê bi vê yekê neban. Di mehên biharê de dibe sedema lehiyê û gelek kevirên mezin werdigeriyên riyan. Berfê zirareke mezin da jiyana çol a xwezayê jî. Tê gotin gelek sewalên kuvî yên weke kew, kewok, ruvî û cureyên din ên sewalan telef bûn. Berazên li herêmê pirsanî çûn cihên bandora berf lê kêm. Hejmara kewên li herêmê pir zêde ji sedî 95 ji ber hewayê sar telef bun.


A.VAHAP TAŞ - DÎHA/AMED