Discourse (gotar) tenê bi gotin û metnan nabe. Ew xwe disipêre hin aliyên din jî nexasim di serdema me de ku em bi rengekî ji rengan dikarin jê re bibêjin, serdema dîmenî (ya global) jî dîmen û îmaj xwedî dewreke sereke ne di biteşekirina têgihiştina me ya elaqedarî bûyeran de. Ango gotar bi tena serê xwe û bi tisî ne, lê tevî dîmen û îmajên xwe êdî di manedarkirina bûyer û tiştan de diyarker in. Ji ber wê jî em gelek caran li gotinên mîna "hêza dîmen", "hêza kêliyê", "hêza îmaj" dilikumin û bêyî ku bi rastî li wan bifikirin, wan biserifînin, em her rêya xwe dikudînin.
Êdî di nava zanistê de em her diçe bêhtir bi analîzên dîmen/îmajan re miamele dikin, û em dibînin ku bikaranîna wan jî dibe mijare gelek lêkolînan.
Mesele koçber li Ewrûpayê bi kîjan îmajan bi destê kîjan aktorên siyasî her dedikevin pêş?, Kî çima kîjan îmajan bi kîjan şiklî û di kîjan peywendan de li ser koçberan bi kar tîne? Têkiliya îmajçêkirin û belavkirinekê, û mekan di peywenda koçberan de çi ne? Ev pirsên hanê di peywendên welatên cihê, koçberiya ji bo kar, koçberiya ji bo lêgerîneke hêviya jiyanê, penaberî û yên din, em dibînin ku êdî bûne pirsên lêkolînan. Sedema wê jî hîç guman jê nîne dewra ku gotarên elaqedarî koçberan û biyaniyan di siyasetên neteweyî yên welatên Ewrûpayê de diyarker in. Çê û xirab, aliyên siyasî yên ku bi hêza gotar û hêza îmajê dizanin, gotar û îmajên ji bo berjewendiyên xwe çêdikin û belav dikin. Dixwazin di manedarkirina siyasî ya koçberan de jî bi rola aktor rabin. Ji ber wê jî lêkolîna van îmajan di warê zanista siyasetê de jî girîng e.
Axir em vê nimûneya hanê li Ewrûpayê bihêlin û berê xwe bidin Kurdistanê. Sedema vê nivîsê jî ji xwe raperîna xelkê Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû. Heger dîmen û îmaj ji xwepêşandanê belav nebûna, gelekî mumkin bû ku hêza vê bûyerê cihî bimana, lê nexasim jî bi alîkariya dîmen û îmajên ji cihê raperînê, di cih de di nava gotara neteweyî ya berxwedanê de cihê xwe girt û bi wan dîmenên xurt ên ku ji hezaran peyvî hêsanîtir, bi leztir û tesîrkertir belav dibin, got, "Mêhtinger tên şikandin".
Dîmenê li ser medya civakî hat belavkirin ê ku herî zêde tesîr li şexsê min kir, ê kalekî bi kopal bû. Ev kalê hanê yê hêrs rabûyî, bi qewsikê di destê xwe de bi ser dîwarên li dora baregeha artêş û MÎT´a Tirk a li Şêladizê hildikişe û keviran diavêje eskerên Tirk. Tam wê kêliyê esker direvin. Bê agahdariyeke berfireh derbarê dîmen de mirov dikare bibêje, bi serê xwe bi kontrasta kalemêr, qewsik, kevir beramberî esker, tank, top û baregeha eskerî em bi dîmenekî xurt re rûbirû ne. Lê gava peywenda wê jî tê zanîn, tesîra dîmen kêmtir nabe, berevajî, tesîrkartir dibe dîmen. Ew kalemêr, bavê yekî ji wan ciwanan e ku kurê wî 23´yê Çile di êrişa artêşa Tirk de şehîd bûbû. Beriya vî dîmenî, em dibînin ku ji hêzên asayîşê kesek hewl dide da ku hêrsa wî dayne, wî hembêz dike, lê ew israra xwe dewam dike, weke ku bibêje, "agirê dilê min tenê bi reva mêhtingeran wê vemire". Dawiya dawî, ew dîmenê jorê derdikeve holê.
Di tesîrkariya dîmen û îmaj a erênî li gotarên neteweyî de dewra medyayeke azad jî careke din derket holê. Heger NRT TV li cihê bûyerê bi nûçegihanên xwe nebûya, bûyer û dîmen sereqet neweşanda, ew hêza hanê ya dîmen û îmaj wê bi mekan jî û bi tesîr jî teng bûya. Axir li vir mesele ne alîgiriya gotareke taybet a siyasî ye jî. Tenê belavkirina heqîqetê, dîtbarîkirina wê, dike ku ev hêza îmajê di peywenda xwe ya diyar a civakî û siyasî de tesîra xwe bike. "The power of image" ne tenê siyaseta global de, di siyasetên neteweyî û cihê de jî xwe hêsanî nîşan dide. Ew dîmenê xurt ê ku ji Şeladizê belav bû, ne bele sebeb e ku wê bike hemû rayedarên Başûrê Kurdistanê ku ji vîna miletê xwe ditirsin, bi rojan, belkî bi hefteyan xwe bavêjin bextê dewleta Tirk. Lê milet dît, ew bi dagirkeriyê dikarin û ew ê karibin siyasetvanên xwe jî bênin ser rayê.