Federasyonên elewiyan li salona Mulkiyeliyan pankartên “Êrîşa li Surgu hewldana komkujiyê ye” û “Cemxane îbadetxaneya me ye” û “Fitneya AKP'ê ya Sûriyê elewiyan dike hedef” vekirin. Serokê Federasyona Wlevî Bektaşiyan Selahattîn Ozel, Serokê Federasyona Wakfa Elewiyan Dogan Bermek, Seroka Federasyona Komeleyên Elewî Husnuye Takmaz û gelek nûnerên saziyên elewî amade bûn.
Li ser navê hemû rêxistinan Serokê Federasyona Elevî Bektaşiyan Selahattîn Ozel, daxuyanî xwend û diyar kir ku baweriya elewiyan bawariyek pir dîrokî ye û rastiya Tirkiyeyê ye. Ozel, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dîsa bawerî û çanda elewiyan înkar dike û tune dike. Ozel, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê di 3'ê hezîrana 2009'an de ket nava hewldana elewiyan û ji wê rojê heta niha tu daxwaz û mafê elewiyan ên demokratîk nehat dayîn. Bi taybetî di rojên ku makeqanûn tê niqaşkirin de daraz û dewlet dibin yek û polîtîkayên asimilasyonê dimeşînin. Ozel, da zanîn ku li Semsûr, Îzmîr, Erzîngan, Dîlok û Didimê dariyên malên elewiya hatin xêzkirin û ev yek ne mijarek ji rêzê ye û wiha got: “Ger ku hikûmte dibêje zarokan wisa kiriye, çima der barê vê yekê de lêpirsîn û lêkolînê nake. Ango ev zarokên Erdogan in. Di 29'ê tîrmehê de dîsa xwestin bi êrîşa li Bajaroka Surgu ya Meletiyê komkujiyek nû bikin. Lê ji ber ku sazî û rêxistinên elewiyan bertek nîşanî vê yekê dan ev hewldana wan a komkujiyê pûç derket. Hikûmet di daxuyaniyê xwe de diyar dike ku mijarek ji rêzê ye, lê ne wisa ye. Dixwazin elewiyan sirgûn bikin. Hikûmet dixwaze li gorî xwe elewiyan ava bike û bi rêxistin bike. Lê ev yek nayê qebûl kirin û em bêdeng namînin.”
Ozel, da zanîn ku dê di 30'ê îlonê de ji her derê bimeşin Enqereyê û mîtîngek mezin pêk bînin û li hemberî neheqî, êrîş û bêdadiyê dengê xwe bilind bikin.
Ozel, anî ziman ku heyeta di pêşengiya Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul de dê biçe Bajaroka Surgu û lêkolîn bikin. 

ENQERE