Ciwanên Kurd ên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Germiyanê, bi boneya operasyonên Tirkiyeyê yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê û kuştina 7 welatiyên sivîl şermezar bikin dest bi meşa Mertalên Zindî kirin. Nûnerên 20 saziyên sivîl ên civakî ber bi navçeya Ranya ya ku 7 welatiyên sivîl lê jiyana xwe ji dest dabûn dest bi meşê kirin.
Ciwanên Kurd ên Herêma Federal a Kurdistanê bi boneya operasyona şermezar bikin meşa mertalên zindî lidar xistin. Civanên li ber Parlemêntoya Kurdistanê ya Hewlêr kom bûn, ber bi Xinêrê, Xakûrkê; civanên ku li Silêymanîyê û Germîyanê kom bibin ber bi Qendîl û yên ku li Behdînan kom bûn jî ber bi Zapê ve dest bi meşêk kirin. Ciwanên ku ji Hewler, Silêmaniyê, Kerkuk, Germiyan û Mexmûrê roja duşemê dest bi meşa mertalên zindi kirin. Piştî ku duşemê meşa mertalên zindî dest pê kir, niha jî ji ciwanên Welatparêz ji milê Silêmanî û Hewlerê ve dest bi meşê kirin. Ciwanên Welatparêz ên Duhokê jî dê êvarî bi rê bikevin. Hate zanîn ku dê ciwanên Silêmaniyê ber bi Qendilê, Ciwanên Hewlêr ber bi Xaxurkê, Xinêrê û Lolanê, ciwanên Duhokê jî dê ber bi Zapê ve bimeşin.

Ciwan gihiştin Qendîlê 
Ciwanên bajarê Silêmaniyê duh di saetên sibehê de li parka Nalî kom bûn, bi tîşortên „Mertalên Zindî“ dest bi meşê kirin. 25 ciwanên ku wekî Mertalên zindî derketin rê ber bi Qendîlê ve bi rê ketin û gihiştin Qendîlê.

Lêborînê bixwazin
Nûnerên 200 nsaziyên sivîl ên civakî li ber sefaretxaneya Tirkiye ya Hewlerê kom bûn endamên „Înisiyatîfa ji Tirkiyê re edî bes e û ciwanên welatparez yên Kurdistanê“ ku wekî Mertalên Zindî xwestin li ber konsolosa Tirkiyeyê çalakiya şermezarkirinê pêk bînin. Çalakiya ciwanên, ji aliyê hezên asayîşê hate astengkirin. Piştî ku 2 caran ciwanên Hewlêrê xwestin ala Tirkiyeyê bişewtînin, hêzên ewlehiyê xwe li hêrsa gel ranegirt û hêzên asayîşê yên cilê sivîl lixwe kiribûn êrişî ciwanan kir, ciwan jî pêlavê xwe li ber sefaretxaneyê bilind kirin û siloganên ‘Qatîl Erdogan’ qêriyan. Li pêşiya sefaretxaneyê li ser navê 200 saziyên sivîl daxuniyek çapemenî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji tirkiye hate xwestin ku bêyî ku hincetê nîşan bide zutûrin êriş û operasyonên xwe li dijî axa Herêma Kurdistanê biseknîne. Her wiha bang li Tikriye yê kirin ji bo wan êrişên ku li dijî Herêmê pêk aniye û gel zirar dîtiye Tirkiye lêborina xwe ji gelê Kurd bixwaze. Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şer şer, ji bo azadiyê şer û Qatîl Erdogan’ dawî li çalakiyê anîn.Ciwan piştî daxuyaniyê dê ber bi herêma Xinêrê, Lolan û Xakurkê ve dest bi meşê bikin.
Koma Duhok, Zaxo, Amediye, Şeladizê û Qedişê kom bibin dê ber bi herêma Sîengezer a Zapê ve bimeşin.


DÎHA/HEWLÊR




Kedkar jî dibin mertal


Platforma Şaxênh KESK’ê yên Amdê li dijî operasyonên leşkerî yên li hember Qadên Parastinê yên Medyayê tên meşadin bi şîara ‘Bila êdî kesek nemire’ dê 27’ê tebaxê roja şemiyê çalakiya mertalên zindî bidin destpê kirin.
Piştî Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxênh KESK’ê yên Amedê jî biryar dan ku dê li hember êrîşan bibin mertalên zindî. Platformê li şaxa Egîtîm Sena Amedê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê çalakiya xwe 27’ê tebaxê roja şemiyê bidin destpêkirin. Serokê şaxa Genel Îşê Mehmet Salîh Dogrul, endamên Meclîsa KESK’ê Edîp Yaşar û Yilmaz Guneş û berdevkê demê ya Platforma Şaxên Keksê Seyfettîn Polat tevlî daxuyaniyê bûn. Polat daxuyanî xwend û anî ziman ku wekî gelek der dorên civakê ew jî ji bo êrîşên ku 17’ê tebaxê despêkiriye bi fikar in. Polat bi bîrxist ku di encama êrîşan de gelek warên sivîl hatiye bombekirin û gund hatine wêrankirin.

Edîp Polat diyar kir ku dixwazin Qendîlê vala bikin û ev pêkanîn sûçê mirovahiyê ye, Polat êrîş şermezar kir û bibîrxist ku Erdogan di axaftinên xwe de behsa biratiyê dike lê di meha pîroz a Remezanê de li ser birayên xwe yên Kurd bombeyan dibarîne û çapemeniya alîgir jî piştgiriyê dide van êrîşan. Polat anî ziman ku AKP xwedî feraseteke nîjadperest û şovene, AKP taşeroniya DYA’yê dike û di encama van polîtîkayan de AKP dê Rojhilata Navîn vegerîne gola xwînê. Polat diyar kir ku dê çalakiya xwe ya mertalên zindî 27’ê mehê li Amedê bidin destpêkirin û bangî herkesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan.

AMED