Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku hevdîtin mafekî bingehîn e û li dijî astengkirinê nerazîbûn nîşan da. Dînç got, "Mafê hevdîtina bi parêzeran re, bi peymanên navnetewî, peymana mafên mirovan a Ewropayê, destûra bingehîn û qanûnan hatiye ewlekirin, lewma bi ti awayî nabe bê astengkirin."
Hukûmet asteng dike
Parêzer Dînç bal kişand ser astengkirina hevdîtinan a bi hincetên "keştî xerabe ye", "rewşa nebaş a hewayê" û diyar kir ku ev bi temamî helwesteke siyasî ye. Dînç daxuyaniyên hukûmetê yên di vê mijarê de bibîrxist û got, "Serokwezîr li xwe mikur hatibû û gotibû ´Em asteng dikin, hevdîtina bi parêzeran re wê nebe´. Di rastiyê de sûç dikin. Mafekî bingehîn ê hatiye ewlekirin bi fermana xwe, asteng dikin. Me giliyê vê jî kirin, lê bên encam ma. Bulent Arinç daxuyaniyên bêbingeh ên dibêje "Dosyayên wan qediyaye, lewma pêwistî bi hevdîtina bi parêzeran re tineye" dide. Lê ev bêbingehin û li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li Dadgeha Îdarî ya Enqerê, li hin cihên din dosya dewam dikin û hevdîtina me ya bi wî re divê."
Saziyên navnetewî bêdeng in
Parêzer Dînç bang li saziyên navnetewî kir ku bikevin dewrê. Dînç diyar kir ku wan ev neheqî ji DMME û Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê ya Ewropayê (CPT) re ragihandine û got, "Me ji wan xwest tedbîrê bistînin û li hemberî vê neheqiyê helwestê nîşan bidin. Naxwe wê hurmet û baweriya ji wan re tê nîşandan wenda bikin."
Daxwaza heyeta tendûristiyê
Parêzer Dînç her weha xwest, di warê pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan de nêzîkatiyek di çarçoveya huqûqê de bê nîşandan û diyar kir ku hin pirsgirêkên Ocalan ên tenduristiyê ji ber şert û mercên tecrîdê rû didin. Dînç got, "Şexsekî ku ji aliyê gelê Kurd ve weke vîn hatiye qebûl kirin. Lewma pirsgirêkên wî yên tenduristiyê rê li ber fikarên mezin vedike. Divê Wezareta Dadê serlêdanên ji bo şandina heyeteke serbixwe a bijîjkan bi lezgînî qebûl bike. Heta niha heyetek serbixwe Birêz Ocalan kontrol nekiriye. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê her diçe giran dibe. Divê kontrola doktoran li wir bê kirin, lê dermankirina wî li Nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş ên tenduristiyê bê kirin. Ev helwest bi kêrî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd nayê. Em bang li raya giştî û rêxistinên civakî yên demokratîk jî dikin, ku di vî warî de hestiyar bin."
ALÎ BARIŞ KURT/ ANF/ENQERE