Demeke dirêj zanyaran wisa hizir dikir ku dînozor hez ji derveyî derya û avên çeman dikin. Yanî firindeyên wan, yên ku xwe kaş dikin, yên li ser çar piyan, yên li ser du piyan dimeşin hebûn. Lê yên avê? Niha li Fasê fosîleke nû hat dîtin; fosîleke dûvê dînozorekî ku weke Spnînozaurus tê binavkirin. Ji vê fosîla dûvî, êdî zanyar dizanin ku ev dînozor ji bo çeman çêbûye. Ne bi tiştekî din lê bi dûvê xwe dikarî soberiyê di avê de bike. Ev dînozorê dikare heta bi 7 metroyan dirêj bibe, xwedî dûvekî dirêj ê mîna bêrikê bûye ku ji bo soberiyê bi kêr dihat. Li gorî gotara Nizar Ibrahîm ê paleontolojîst e li Zanîngeha Detroit Mercyê, bi vê yekê êdî ew fikra dibêje, ji bilî dinozorên firende, hîç dînozor di çem û deryayan de xurt nebûne jî hatiye pûçkirin. Li gorî wî "Vî dînozorî di avê de çalak dida dûv masiyan, ne ku hema disekînî li benda masiyekî di ber wî re derbas bibe. Demeke dirêj paleontologan bawer dikir ku Spînozaurusan masî dixwarin, lê ew difikirîn ku ew li benda masiyan diman ku di ber wan re derbas bibin. Lê sala 2014’an gotareke di kovara Science de ev tez pûç kir; ev dînozor xwedî piyên bi perde bûn, gelekî li mekanekî avî hatî ne; heta firnikên wî bilind li ser serê wî ne, û hestûyên wî şidayîbûne ku destûrê bide wî avjeniyê bike. Lê di vê gotarê de dihat qebûlkirin ku ew nizanin ka çawa wî kariye berê xwe diyar bike di dema soberiyê, ji ber ku parçeyên dûvê wî nehatibûn dîtin. Fosîleke nû ya nêzî çemê Kem Kem li başûrê Fasê ev guherand. Ibrahim û tîma wî fosîleke dûvekî ku ji sedî 80’yê dûvê spînozaurusekî ciwan pêk tîne, derxist holê. Ev dûv bi modela plastîk û sîmulasyonên kompûterê hat ceribandin û derket holê ew ji dûvên teropodên pismam 8 carankarîgertir e. Dûvê vî dînozorî weke yê tîmsehên roja me hereket dikir. Li gorî gotara wan a di kovara Nature de derçû, hîç guman jê nîne ku Spînozaurus melevanekî xurt bûye û muhtemel e ku hem di çêm de û hem jî di bejê de rehet bûye. NAVENDA NÛÇEYAN